Jinên Efrînî: Em dadgehkirina jinan tu carî qebûl nakin

Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne biryara dewleta Tirk a dadgehkirina jinan a li Efrînê şermezar kirin û gotin ku divê Efrîn ji destên çeteyên girêdayî dewleta tirk were derxistin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 18'ê Adara 2018'an de herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin. Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin ve heya vê kêliyê kiryarên xirab ên weke; qetilkirin, revandin, lêdan, îşkencekirin û destdirêjiyê li ser kesan bi taybetî jinan tên meşandin. Di van demên dawî de ji aliyê dadgehên Tirk ve li Efrîna dagirkirî biryarên dadgehkirina 10 jinan yek ji wan pêkhateya Ereb e û cezayê muebed lê hatiye birîn. Her wiha du ji wan jî cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Der barê biryara dadgehkirina jinan li Efrînê, jinên Efrînê yên koçî kantona Şehbayê bûne helwestên xwe anîn ziman.

'Em biryara dadgehkirina jinan qebûl nakin'

Heyat Îbrahîm kiryarên ku li ser jinan li Efrîna dagirkirî tên meşandin şermezar kir û got: "Em kiryarên dewleta tirk a dagirker li Efrînê hemû kiryarên dijmirovî yên li ser jinan dide meşandin, şermezar dikin. Dewleta tirk bi xwe dewletek dagirker e bi çi mafê cezayan li jinan dibire û wan dadgeh dike û du ji wan jî biryara darvekirinê der heqê wan de hatiye girtin. Ev jinên ku hatine dadgehkirin Sûriyeyî ne Hikumeta Şamê li hemberî vê biryarê divê xwedî sekin be. Dewleta tirk ne tenê kiryarên xwe li ser jinên Kurd dide meşandin di nav de jinên Ereb jî hene, bila hikumeta Şamê xwedî li gelê xwe derkeve. Tevî vê jî hikumeta Şamê rêxistinên mirovî jî bêdengiya xwe didomînin û tu helwest li dijî vê biryarê negirtine."

‘Ji hêz û fikrên jinan ditirsin’

Hêvîn Mihemed jî helwesta xwe li dijî biryarên dewleta tirk a dadgehkirina jinan li Efrînê nîşan da û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagir kirin. Li Efrînê hemû kiryar ji destpêka dagirkirina wê ve ji aliyê dewleta tirk ve didomin, bi taybetî li ser jinan. Tirsa Erdoxan ji hêz û fikrên jinan heye lewre di girtîgehan de wan dîl girtine û biryara dadgehkirina wan dide. Her wiha du jin jî biryara darvekirina wan hatiye dayîn, li hemberî van kiryaran rola rêxistinên mafên mirovan li ku derê ye. Efrîn parçeyek ji xaka Sûriyeyê ye û cihê tirkan tê de tune ye. Ji ber ku jin li Efrînê ji bo parastina axa xwe ji dagirkeriyê mane û derneketine, bi kiryarên hovane re rûbirû dimînin. Em tu carî bêdengiya li hemberî van kiryaran qebûl nakin û daxwaza me ew e ku hesab ji kujeran bê xwestin û ew jin serbest bên berdan."

'Wê hesab bê xwestin'

Hemîda Mihemed jî teqez kir ku divê Erdoxan ji ber dadgehkirina jinan li Efrînê hesab bide û got: "Ji destpêka ku Efrîn hatiye dagirkirin ve heta niha rojane mirov û jin li wê d erê bi îşkence, lêdan, revandin, qetilkirin û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Li cîhanê tevahî rêxistinên ji bo parastina mafên mirovan û jin hene lê li hemberî kiryarên dewleta tirk a dagirker rola xwe nalîzin. Qaşo saziyên parastina mafên mirovan li Efrînê hene lê tenê nav e. Erdogan li Efrînê êrîşê her tiştî dike. Divê xwedî li civaka Efrînê were derketin û di demeke nêz de Efrîn ji bin dagirkeriyê derkeve ki Erdogan hesab bê xwestin."