Jinên Efrînî:Bi êrîşan nikarin me qir bikin

Efrîniyên ku ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk koçî Şehbayê bûne carekî din nerazîbûnên xwe li hember êrîşên dewleta Tirk nîşandan û diyar kirin ku tu êrîş û dagirkerî nikare vîna wan bişkîne, ji ber ku ew Kurd in.

HESNA MIHEMED

Şehba- Dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî herêma Efrînê kir, li dijî van êrîşan gel bi berxwedanekê mezin 58 rojan li ber xwe da. Piştî 58 rojan dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê herêma Efrînê dagir kirin. Bi sad hezaran şêniyên Efrînê ji bo parastina rûmeta xwe neçar man terka warê xwe kirin û berê xwe dan kantona Şehbayê. Zêdetirî 6 sal di ser koçberiya Efrîniyan re derbas dibe lê dîsa dewleta Tirk di van salan de êrîşên xwe li ser koçberan berdewam dike. Her wiha ne tenê Şehba herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê dike hedefa êrîşên xwe.

Dewleta Tirk binesaziyên herêmê hedef digrin bi armanca çewisandina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li dijî van êrîşan gel bi îsrar berxwedana xwe didomîne bi taybetî gelê Efrînê li Şehbayê soza vegera welatê xwe nû dike.

'Soza me vegera Efrîna azad e'

Emîna Çawîş a ku li navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir û got: "Em li Efrînê di nava aramî û aştiyê de dijiyan, heya ku Erdoxan û çeteyên wî êrîşî me kirin. Dewleta tirk bi erêkirina dewletên cîhanê êrîşî Efrînê kir. Roja ku 72 balafir li ser me geriyan tu carî nayê jibîrkirin. Me li hemberî êrîşan peyama berxwedanî û têkoşînê ji cîhanê re ragihand. Erdoxan û çeteyên wî çekên herî giran li dijî sivîlan bi kar anîn. Piştî berxwedana 58 rojan em neçar man koçber bibin ji ber ku me dagirkeriya Tirkiyeyê li ser xwe qebûl nekir. Niha em li Şehba û Til Rifetê berxwedana ji bo vegera li Efrînê didin meşandin. Lê mixabin piştî derketina me ji Efrînê dîsa Erdoxan rojane êrîşî me li Şehbayê jî dike. Armanc û daxwaza Erdoxan ne tenê Efrîn e, ew dixwaze gelê Kurd tune û qir bike. Em ê li Şehbayê ruxmî hemû şert û mercên giran dîsa berxwedana xwe bidomînin ji ber soza me vegera Efrînê ye."

'Bi êrîşan nikarin me tune bikin'

Fatimê Ebdurehman jî ku li wargeha Veger a navçeya Şêrewayê dijî diyar kir ku Erdoxan dixwaze dîrokê dubare bike û êrîşên herêmên wan bike û wiha pê de çû: "Li hemberî êrîşên ku li Efrînê pêk hatine me berwedanek bê sînor da meşandin. Me hêz û bawerî ji fikir û ramanên Rêber Apo digirt. Em mecbûr man piştî berxwedana 58 rojan ji Efrînê derkevin ji bo parastina rûmeta xwe ji dagirkeriya dewleta tirk. 6 sal in em koçber in û hê jî em li ber xwe didin, dewleta tirk dixwaze dîroka Efrînê li Şehbayê jî dubare bike, ji ber ku rojane êrîşî herêmê dike û sivîlan hedef digre. Lê em Kurd in tu carî bi êrîşan winda û tune nabin. Baweriya me bi xeta pakrewanan û Rêber Apo heye. Em soza xwe disa nû dikin û em dibêjin ku em ê bi serbilindî û serfirazî vegerin Efrînê û wê ji dagirkeiryê rizgar bikin."