Jinên Efrînî bertek nîşanî polîtîkayên tecrîdê dan

Jinên Efrînî yên koçî Şehbayê bûne bertekên xwe li dijî girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman, gotin ku dagirker bi tecrîdê hewl didin planên xwe pêk bînin û diyar kirin ku ew ê tecrîdê bişkînin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Zêdetirî 25 salan e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dîlgirtin û di zindana Îmraliyê de ye. Dewleta Tirk ji sala 2019'an ve destûr neda ku parêzer û malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin her wiha di nava tecrîdê de cezaya disiplînê jî li ser ferz dikin.

Li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd û hevkarên wê li qadan in û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jinên Efrînê li Şehbayê bertekên xwe anîn ziman.

'Bi girankirina tecrîdê dixwazin derbeyek li doza gelê Kurd bixin'

Silava Mustafa girankirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Ev tecrîdeke siyasî ye, bi destên hemû dewletên navneteweyî, di serî de bi destên dewleta Tirk a dagirker pêk tê. Armanca wan bi vê tecrîdê ew e ku derbeyek li pergala neteweya demokratîk bidin û fikra demokrasiyê biçewisînin. Tecrîda li ser Rêber Apo li ser hemû jinên ku li ser fikir û ramanên wî xwe perwerde dikin e. Bi girankirina tecrîdê dê nikaribin pêşî li fikrên wî bigrin û derbe li pergala neteweya demokratîk bidin. Her ku tecrîdê giran dikin, hêrsa me ji bo şikandina wê mezintir dibe."

'Bi têkoşîna xwe em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin'

Nezîfa Ehmed jî diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji siyaseta girankirina tecrîdê cuda nîn e û wiha pê da çû: "Em vê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tu carî qebûl nakin. Êrîşên li herêmên me, ji siyaseta tecrîda girankirî cuda nîn e, dixwazin gel û Rêber Apo ji hev veqetînin. Em ji siyasetên dijmin bi bandor nabin û li dijî tecrîdê em xeta têkoşînê bilind dikin. Em rojane bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe perwerde û bi rêxistin dikin. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

'Bi îradeya jinên azad dê ev tecrîd bi dawî bibe'

Fîdan Osman diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger nekin wê li ser piyan bin û wiha pêl da gotinên xwe: "Em tecrîda li ser Rêber Apo red dikin û li hemberî girankirina tecrîdê bi îsrar têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo didomînin. Heya ku dawî li vê tecrîdê neyê, em dev ji kar û xebatên xwe bernadin. Her wiha çalakî û xebatên me li ser bingeha misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ne. Em ê tu carî ranewestin û berxwedana xwe bidomînin. Bi hêz û îradeya jinên azad wê ev tecrîd bê şikandin û em ê dîwarên îmraliyê hilweşînin. Daxwaza me tenê ew e ku em bi awayê fizîkî Rêber Apo di navbera xwe de bibînin."