Jinên Efrînê piştevaniya xwe ya ji bo Çîçek Kobanê nîşandan
Jinên Meclîsa kantona Efrînê ya li wargeha Serdemê ya Şehbayê girêdayî cezayê li Çîçek Kobanê hatî birîn daxuyanî dan û diyar kirin ku ewê Çîçek Kobanê bi tenê nehêlin.
Jinên Meclîsa kantona Efrînê ya li wargeha Serdemê ya Şehbayê girêdayî cezayê li Çîçek Kobanê hatî birîn daxuyanî dan û diyar kirin ku ewê Çîçek Kobanê bi tenê nehêlin.
Şehba- Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an komên çeteyên girêdayî dewleta tirk êrîşî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê- Rojava kirin. Di êrîşên dagirkeriyê de gelek kiriyarên der mirovî hatin kirin. Ji jinên wê pêvajoyê çeperên berxwedanê bernedan û axa xwe parastin Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) Li gundê Mişrefa girêdayî Eyn Îsa birîndar dîl ket destê çeteyan. Bi hewildanên malbatê hat zanîn ku Çîçek birine Tirkiyê û li girtîgeha Rihayê dimîne. Du roj berê li Dadgeha Rihayê doza Çîçekê hat dîtin û bi hinceta “kes kuştiye” cezayê heta hetayê yê girtîgehê lê birîn.
Jinên di meclîsa kantona Efrînê ya Bakur û rojhilatê Sûriyê de cih digrin û jinên Efrînê yên di wargeha Serdemê de li kantona Şehbayê- Bakur û rojhikatê Sûriyê dijîn girêdayî cezayê li Çîçek Kobanê hatî birîn daxuyanî dan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di daxuyaniyê de wêneyên Çîçek kobanê û wêneyên ku çeteyên dewleta tirk dema Çîçek Kobanê dîl digrin, hatin hildan. Daxuyanî ji aliya Rêvebera Meclîsa Kantona Efrînê li Şehbayê Leyle Heftero ve hat xwendin.
“Em jinên Efrînê Çîçek Kobanê bi tenê nahêlin”
Lyela diyar kir ku Çîçek Kobanê li hemberî dagirkeriya ser axa xwe şer kir û ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve birîndar dîl hat girtin û birin tirkiyê û wiha domand: “Çîçek Kobanê nêzî du salan li girtîgeha Ruhayê ye û cezayê muebetê lê hate birîn. Bi cezakirina Çîçkekê dewleta tirk careke din zagûnên navnetewî binpê dike. Çîçek Kobanê welatiya Rojavayê Kurdistanê ye û ji bajarê Kobanê ye, ew mafdare û nabe ji ber şer kiriye û axa xwe parastiye rastî cezayek wiha bê. Em jinên Efrînê dîlgirtina Çîçek Kobanê şermezar dikin. Banga me ji hemu sazî û aliyên navnetewî re heye ku sînorek ji dewleta tirk re danin û rê li pêşiya van kiryaran bigirin.”
Daxuyanî bi diruşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Na ji dagirkeriya tirkiyê re" bi dawî bû.