Jinên Efrînê li dijî êrişan bi bertek in: Rûsya berpirsiyar e

Bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan baregeha Rusan ê li herêma Şehba bi cih bûne û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser herêma Şehbayê şermezar kirin.

Şehba - Duh piştî nîvrû li navçeya Ehdas a kantona Şehba Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê ji aliyê balafirkek keşifê ya artêşa dewleta tirk a dagirker êrîşek pêk hat, di encam de erebeyek hate hedefgirtin ku 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Şêniyên Şehbayê li dijî êrişan bi ser baregeha Rûsan a li gundê Wehşiyê ya navçeya Fafîn a Şehbayê meşiya.

Di meşê de welatiyan pankertên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re","Tirkiyê me dikuje, Şam me dorpêç dike" û "Bêdengiya Rusya li hember qetilkirina me şerm e" hildan. Meşê ji çarxerêya gundê Wehşiyê heya baregeha Rusan bi berzkirina diruşmeyan berdewam kir. Paşê li ser navê koçberên Efrînê şandeyek derbasî gel kesên peywendîdar bûn û nameya gel a xwestina mafê xwînê zarokên xwe û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê, ji wan re ragihandin.

Jinên Efrînî yên di refên pêş ê meşê de cih girtin, li dijî êrişan bertekên xwe anîn ziman.

‘Rûsya ji êrişan berpirsiyar e’

Leyla Mihemed Reşo anî ziman ku Rûsya ji êrişên dewleta Tirk a li ser heremê berpirsiyar e û got: "Dewleta tirk bi rêya balafirên xwe zarokên me hedef digire. Hebûna Rusya li herêmê li hember van bûyeran li ku derê ma. Rusya berpisiyara xwînê zarokên me ye. Demê ku nikarin ezmana Şehbayê ji balafirên Tirkiyê biparêze bila wê demê Rusya ji nava me derkeve em hebûna wî naxwezin. Bêdengiya wî li hember hedefgirtina zarokên me hevkariya wî bi Tirkiyê re nîşan dide. Ger yek ji me bimîne wê axa xwe biparêze û li ser rêya şehîdên xwe bimeşe. Rusya li hember kurdan îxanetê dide meşandin û mixabin ev ne cara yekem e. 3 şervanên me bi destên îxanetê şehîd bûn. Em ê tola pakrewanên xwe hildin."

‘Bêdengî şirîktî ye’

Hêvîn Eloş a bi gotina ‘Bê dengî şirîktî ye’ bêdengiya Rûsya ya li dijî êrişan şermezar kir, wiha domand: "Em jinên Efrînê êrîşên ku bi ser zarokên em de tên bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em ê Rusya jî şermezar dikin ji ber destê wî jî di hedefgirtina zarokên me de heye. Balafirên dewleta tirk bê erêkirina Rusya nikare li ser ezîmana me rihet bi rihet bigere. Rusya di bin sîwana me de hebûna xwe li Şehbayê diparêze. Li şûna ku ew me biparêze zarokên me yên di eniyên şer de wan diparêzin. Baregeha Rusan jî li Şehbayê hene çima nayên hedefgirtin tenê Kurd tên armanc girtin."