Jinên Efrîn û Şehbayê piştgirî dan jinên Hindistanê

Jinên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê piştgirî dan xwepêşandan û têkoşîna jinên Hîndîstanî û bang li jinan hate kirin ku li dijî hemû sîstem û pêkanînên bê exlaqî û nemirovî yên li ser jinan tên meşandin rabin.

Şehba- Li bajarê Kalkuta ya Hindistanê di 9'ê Tebaxê de bijîşka jin a stajyer hate tecawizkirin û dûre hate qetilkirin. Piştî bûyerê jinên seranserî Hindistanê herikîn qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadên çalakiyan bilind kirin û daxwaza edaletê kirin. Her wiha piştevaniyên ji bo jinên Hindistnê jî her ku diçe zêde dibe. Endamên tevgera jin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrîn-Şehba bi daxuyaniyekê bûyera li Hindistanê şermezar kirin û piştgirî dan têkoşîna jinên Hindistanê.

Daxuyanî li pêşiya Meclisa kantona Efrîn-Şehba bi beşdariya nûner û endamên jin û perestarên jin hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên ‘Jinan nekûjin jin jiyan e’,’Na ji tundiya li ser jinê re’ û wêneyên Jîna Emînî hatin bilind kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa kantona Efrîn-Şehba Şîlan Şêxo ve hate xwendin.

‘Divê jin li dijî êrişan rabin’

Şîlan Şêxo di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser kiryar û binpêkirinên li dijî jinan û wiha got: “Careke din faşîzma zîhniyeta mêr û pêkanînên dijmirovî û neexlaqî yên li ser jinê bi armanca şikandina vîna azad a jinê derdikeve holê. Ji bo mafên jinan li Hindistanê, meşa jinên Hindistanê hema hema dîroka jinên cîhanê, têkoşîna wan û kiryarên mêr ên xelet û kujer ên ku di dirêjahiya dîrokê de êşkence, koletî û cudakariyê li dijî jinê hatiye bi karanîn. Li gora şert û mercên cudahiya zayendî hatin firotin, kirêkirin, morkirin û kolekirin, lê rêya têkoşînê ya femînîzmê di destpêka şaristaniyên li pey hev de dest pê kir. Li parzemîna Hindistanê ku jin di warên cuda yên jiyanê de gêhiştin asta herî jor de, tundûtûjî bi awayên herî xirab ên siyasî û civakî bandor li jinan kir. Di nav de qetilkirina bijîjkek Hindî piştî tecawizê, binpêkirina eşkere ya mafên jinan û şikandina vîna wan e.”

Şîlan Şêxo bang li jinên Hindistanê kir ku dest ji meşa azadiyê bernedin û piştgiriya bi wan re raghand û got: "Em wek jinên Efrîn û Şehbayê bûyera qetilkirina bijîjka jin a stajyer Hindî bi tundî şermezar dikin û em bang li hemû jinên Hindistanê dikin ku li dijî hemû sîstem û pêkanînên bêexlaqî û nemirovî yên li ser jinan tên meşandin rabin. Em piştgiriya xwe ji bo meşa wan a femînîst a ku bi diruşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" radigihînin."

Daxuyanî bi diruşmeya "Jin jiyan Azadî" dawî bû.