Jinên Efganistanê naxwazin ku aktorên derve pêşeroja wan diyar bikin!
Tevgera Şemiyên Mor ya li Efganistanê banga îstifayê li Dîrektora Mîsyona Alîkariya Eganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Roza Otunbayeva kir. Tevgerê diyar kir ku ew naxwazin aktorên derve pêşeroja wan diyar bikin.
Navenda Nûçeyan- Tevgera Şemiyên Mor ya li Efganistanê, li ser hesabê medyaya dijîtal X ya Organîzasyona Bihêzkirina Refaha Zarok û Jinan a Efganistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Tevgerê daxwaza îstifaya Dîrektora Mîsyona Alîkariya Eganistanê ya NY (UNAMA) Roza Otunbayeva kir.
‘Rastiyên li qadê nîşan nade’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên Efganistanê êdî piştevaniya xebatên Roza Otunbayeva li welat dimeşîne nakin û daxwaz kirin ku demek ji ya din zûtir ji vê peywirê bê girtin. Tevgera Şemiyên Mor, destnîşan kir ku jinên Efganistanê amade ne berpirsyariya xebatên UNAMA dimeşînin, bigrin ser milê xwe. Tevgerê, da zanîn ku êdî hebûna Roza Otunbayeva ne li gor berjewendî û daxwazên wan e. Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku Roza Otunbayeve zoriyên ku jinên Efganistanê lê rast tên, nanirxîne û rastiyên ku li qadê ne, nateyîsîne. Daxuyanî wiha dom kir: “Ger hun bi rastî xwedî wijdanek rast bin, ji kerema xwe re erkê UNAMA li Efganistanê rawestînin. Berovajî vê em ê hewldanên xwe yên ji bo di asta nevnetewî de hesab bidin, zêdetir bikin.”
‘Têkelî rejîma Talîbanê bûne’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku UNAMA jî di nav de aktoren navnetewî têkelî rejîma Talîban bûne û rexne li vê rewşê hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji roja Talîban di Tebaxa 2021’an de bûye desthilatî heta niha jin rastî sînordarkirinên hişk yên perwerde, derfetên kar û jiyana civakî hatine û UNAMA ya bi serokatiya Roza Otunbayeva, mafên jinên Efganistanê bi awayekî pêwîst, temsîl nekiriye. Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ev banga îstifayê, tevî sînordarkirinên jinên Efganistanê bi biryar in parastina mafê xwe bikin û wiha hat gotin: “Jinên Efganistanê aktoren ji derve naxwazin. Dixwazin ku beşdariya wan a li pêşeroja wan, rasterast were diyarkirin.”