Jinên Efganistanê: Dengê me ne şerm e, dengê edalet û azadiyê ye

Tevgera Protesto ya jinên Efganistanê di parvekirina li ser hesabê xwe yê X de ragihand ku beşdarî kampanya ‘Dengê min ne şerm e’ ya jinên Efganistanê dayî destpêkirin bûne û got: “Dengê min ne şerm e û dengê edalet û azadiyê ye.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Protesto ya jinên Efganistanê derbarê ‘Zagona Erdemê’ ya Talîban ku mafê jinan tune dihesibîne û jiyana wan sînordar dike de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X de peyamek perve kir û diyarkirin ku zagonê qebul nakin û beşdarî kampanya ‘Dengê min ne şerm e’ ya jinên Efganistanê dayî destpêkirin bûne.

Peyama ku Tevgerê li ser hesabê xwe yê X parve kirî wiha ye:

“Heta dijminatiya jinan ji holê ranebe em ê li dijî rejîma Talîban bi her awayî têkoşîna xwe berdewam bikin. Ez jinek im; dengê min ne şerem e û dengê min dengê edalet û azadiyê ye. Em zagona nû ya Talîbanê protesto dikin. ‘Zagona Erdem’ ku serokê Talîbanê ragihandî beşek wê yê mezin ji bo jinan veqetandiye. Li gor vê zagonê dengê jinê Qur’an jî bixwîne weke qedexe tê dîtin û dixwazin rûyê xwe bipeçin. Ev zagona nû ya 114 pel û 35 made, piştî ku Talîbanê cardin kontrola Efganistanê girt destê xwe de di mijara ‘Zagona Eredemê’ de weke belgeya yekem ya fermî  weşand.

Di heman demê de di qanûna nû de bedena jin, ser û ruyê xwe bi temamî ne pêçe, bêyî refaqata mêrekê rêwîtî kirin weke sûc tê dîtin.”