Jinên Efganî li Elmanyayê çalakî lidarxistin

Aktîvîstên mafên jinan ên Efganistanê li Berlînê çalakiyek li dar xistin û bang li hikûmeta Elman kirin ku li Efganîstanê "cudakariya zayendî û qirkirina Hazaran" nas bike.

Navenda Nûçeyan – Komek ji çalakvanên mafên mirovan û jinên ji Efganistanê di çalakiya xwe ya li Berlînê de bang li hikûmeta Elmanyayê kirin ku “cudakariya zayendî û jenosîda li dijî Hazaran” li Efganistanê nas bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Talîbanê ev 3 sal in li Efganistanê li ser jinan qedexe danîne, çalakgeran nameyek vekirî ji hikûmeta Elman re nivîsandin. Di nameyê de, “Li Efganistanê jin bi cudakariya zayendî re rû bi rû dimînin. Hazaran li Efganistanê rastî paqijiya etnîkî hatin. Ew bi awayekî sîstematîk ji aliyê komên ku bi Talîbanê re hevkariyê dikin ji ber ola wan tên kuştin."