Jinên Efganî li dijî Talîbanê dest bi planekê nû ya çalakiyan kirin

Zêdetirî 130 jinên ji Efganistanê ku li Arnavutlukê kom bûn, kombûna xwe mîna meydan xwendina li dijî Talîbanê nirxandin û plansaziya xwe ya çalakiyan ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Zêdetirî 130 jinên ji Efganistanê ku li Îran, Kanada, Îngiltere û DYE penaber in li dijî êrişên Talîbanê yên li ser mafên mirovan di lûtkeya li Arnavutlukê de hatin ba hev.

Ji organîzatorên lûtkeyê çalakvan û parlementera berê ya Efganistanê Fawzia Koofi destnîşan kir ku jin ji bo hê bihêztir bin û stratejiyan diayr bikin kom bûne û wiha got: “Di van sê rojan de ji hemu pêkhateyan jinên ji Efganistanê ji bo li ser senaryoyên ku statukoyê biguherîne hêza xwe bikin yek tên ba hev. Serdemekê wiha ye ku dibêjin li Efganistanê jin ji qada giştî bi temamî hatiye dûrxistin. Em hedef dikin ku li ser mijarên ‘dê Talîban ji binpêkirinên mafên mirovî çawa berpirsiyar bê dîtin’ û ‘li welat rewşa aborî ya jinan çawa dikare bê başkirin’ bigihîjin fikrê yekpar û stratejiyek ava bikin.”

‘Em ê neyên bêdengkirin’

Ji wezîrên berê yê Efganistanê ku niha di xebatên alîkariyên mirovî de cihê xwe digire Hamid Karzai jî kombûna jinan weme meydan xwendinê nirxand.

Sema Ghanî ya li Efganistanê dijî jî wiha got: “Em ê neyên bêdengkirin. Jin û keçên li Efganistanê rojane jiyana ku tirs lê serwer e dijîn. Bi tena xwe ji malê derketin jî qehrek e. Cîhan bipêş ve diçe lê em hemu ji bo jê bawer in nehatine jibîrkirin li vê derê ne, bi hev re. Em hemu ne ji bo di heman fikrê de bin li vê derê ne, lê ji bo axaftin, nîqaşkirin û hêvîdar im ku ji bo bi dengekî yekgirtî bidawîkirinê li vê derê ne.”  

Di dawiya lûtkeyê de plana weşandina pêşnume ango rêze daxwazên li ser mijara ‘jin dixwazin çawa bersivê bidin êrişên Talîbanê yên li ser maf û azadiya wan’ hat avakirin.