Jinên Efganî ji bo debara xwe bi dizî kar dikin
Jinên Efgan ji ber zext û qedexeyên Talîban, neçar dimînin bi dizî kar bikin. Yek ji pîşeyên ku jin di malê de bi dizî kar dikin jî kuafor e. Jin bi dizî ji bo ku debara malbata xwe pêk bînin kar dikin.

BEHARAN LEHÎB
Kabul – Piştî ku Talîbanê desthilata Efganistanê xist destê xwe de, jin di malan de heps kirin. Xwendina keçikan piştî pola şeşan qedexe ye. Deriyên zanîngeh û dibistanan li ruyê jinên ciwan û keçikan hat girtin. Hîzara bi darê zorê li ser jinan hat ferzkirin, karê jinan ê ji derveyî malê qedexe kir. Bûyerên zewaca bi zorê, tundiya malbatî, qetilkirin, bi zorê zewicandina jinan a bi leşkerên Talîbanê re, zêde bû. Her wiha jin û mêr jî bi hincetên 'sûcên ehlaqî' rastî cezayên qemçiyan tên.
Tevî hemû tengasiyên ku Talîban li ser jinan ferz dike, jin dest ji kar û têkoşîna xwe bernadin. Jin ji bo mafên xwe û debara malbata xwe bikin, têdikoşin. Yek ji pîşeyên ku Talîban li jinan qedexe kiriye jî, kuaforî ye. Tevî vê yekê jî jinên ku karê kuaforiyê dikin, bi dizî û metirsî di malên xwe de kar dikin. Me bi sê jinên ku li deverên cuda yên Kabulê bi dizî kar dikin re hevdîtin çêkir.
‘Jin rastî zextên Talîbanê tên’
Naz Şemîm a 60 salî ya ku bi karê kuaforiyê re xwendekar jî perwerde dikir, da zanîn ku ji ber nexweşîna xwe zêde nikare kar bike û wiha got: “Dema ku Talîban bû serdest, destpêkê xwest em wêneyên jinan li ser dîwaran rakin, piştre biryar derxistin ku hemû salonên kuaforan jî bên girtin. Tevî ku me rojek sax li hember vê biryarê nerazîbûna xwe anî ziman jî, desthilatdariya xwe li ser me ferz kirin. Ji ber vê yekê em neçar in niha bi dizî kar bikin.”
'Em neçar dimînin bi dizî kar bikin'
Sina Wahêd ku 4 zarokên wê hene, piştî hevjînê wê yê yekem jiyana xwe ji dest dide cardin din dizewice. Lê hevjînê wê jî ji ber rewşa aborî dev jê berdide û diçe Îranê. Sina Wahêd derbarê karê xwe de wiha got: “Perê min têr nedikir ku salonek ji bo kuaforiyê vekim. Piştî girtina salonan, min di malê de karê xwe domand. Ji bo ku debara zarokên xwe bikim. Ez amûrên xwe yên xweşikbûnê vedişêrim, ji ber leşkerên Talîbanî her dem êrîşî malan dikin. Ez neçar im kar bikim ji bo debara xwe bikim.”
'Herî zêde hevjînên leşkerên Talîbanê tên'
Nefes Newab a ku salonek wê ya navdar a kuaforiyê li Kabulê ye jî balkişand ser tengasiyên ku jin dikşînin û wiha got: “Ji ber ku jin ji kar û pîşeyên xwe bê par mane û aboriya wan têk diçe, zêde berê xwe nadin kuaforan. Niha jinên ku herî zêde tên jî, hevjînên leşkerên Talîbanî ne. Ji ber ku ew bi riya xwestina pereyên ji miletê, aboriya xwe xurtir dikin û dikarin bi hêsanî pereyên xwe di mijarên xweşikbûnê de xerc bikin.”