Jinên Efgan li dijî qedexeya Talîbanê kampanya dan destpêkirin

Talîban ‘di nav civakê de bi dengekî bilind’ axaftina jinan qedexe kir. Jinên ji Efganistanê li dijî qedexeya Talîbanê kampanyaya stran gotinê dan destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Talîbanê ya li Efganistanê qedexeyek nû ya ‘bi dengekî bilind di nav civakê de axaftina jinan’ jî dihewîne erê kir. Li dijî ev yasaya ku li seranserî cîhanê bi bertekan hat pêşwazîkirin jinên Efganî kampanyayek dan destpêkirin û helbest û stranan gotin.

Di demekî kurt de bi hezaran jin beşdarî kampanyayê bûn. Jinan li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal bi gotina ‘Hûn nikarin dengê me qedexe bikin’ helbest û stranên xwe parvekirin. Endama Tevgera Jinan a Edaletê Goolsom Effat di bin parvekirina xwe de got: “Ji herema herî dûr a Badakhshanê beşdarî kampanyayê bûm. Em yasayê protesto dikin. Yekane dengê ku nikare bê sînordarkirin ya me ye.”

‘Ji Talîbanê dibêjin re na’

Jinên ji Efganistanê di dîmenekê ku bi hev re kişandine de ev bang kirin: “Weke endamên vê tevgerê em beşdarî kampanyayê bûn. Bi stranan em ji Talîbanê re dibêjin ‘na’. Em ji civaka baviksalar û cihêkariya zayendî re dibêjin na. Werin bi me re bibin yek deng.”