Jinên Efgan ji bo Werîşe Mûradî banga piştevaniyê kirin
Jinên Efganistanê, piştevaniya xwe ya bi jinên Îranê re anîn ziman û li dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn banga piştevaniyê kirin.
BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Dadgeha Şoreşa Tehranê ya rejîma Îranê di 10’ê Mijdarê de bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî birî. Bertekên li dijî cezayê darvekirina Werîşe Mûradî zêde dibin. Jinên Efganistanê piştevaniya xwe ya bi jinên Îranê re ragihandin û banga piştevaniyê kirin.
‘Rejîma Îranê hewl dide dengê azadiyê qut bike’
Jinên Efganistanê li dijî cezayê darvekirinê yê ku li Werîşe Mûradî hatiye birîn dengê xwe bilind kirin, diyar kirin ku piştevaniya jinên Îranê dikin. Parêzvana mafên zarokan Mîna Askerî wiha got: “Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li aktivîsta mafên mirovan, rojamevan Pexşan Ezîzî û parêzvana mafên jinan Werîşe Mûradî birî, bi van cezayan ev rejîm difikire ku wê dengê azadî û wekheviyê qut bike lê xwe dixapîne. Em weke jinên Efganistanê, êşa Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî û jinên din ên girtî hîs dikin û bi wan re ne. Ji ber vê em piştevaniya xwe ya bi wan re radigihînin û daxwaz dikin vê rejîma zilmê hemû girtiyên siyasî berde.”
‘Têkoşîna jinên Îranê bûye çavkaniya îlhamê’
Derûnînas û aktivîsta mafên jinan Yelda Ahmedî wiha got: “Di dîroka Îranê de jinan di têkoşînê de roleke aktîf lîstine, heta rêveberiya hinek tevgerên têkoşînê kirine. Têkoşîna jinên Îranê ji bo têkoşîna jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Têkoşerên din ên ku ji vê têkoşînê ders girtine, li dijî rejîma Îranê têdikoşin. Ji dîroka avabûna komara Îslama Îranê her dem zext li têkoşeran kiriye. Weke em dizanin, di dema serhildana Jîna Emînî de hejmarek zêde ciwanên jin û mêr hatin girtin û wan xistin girtîgehan an jî li kolanan hatin qetilkirin. Îro girtîgehên Îranê tije jinên têkoşer ên weke Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan û bi sedan jinên din e. Rejîma Îranê ya ku xwînê dirijîne, dadgehên bê bingeh ava dike û van têkoşeran bi ‘îsyanê’ sûcdar dikin û cezayê darvekirinê li wan dibirin. Ez weke jinek Efgan, piştevaniya jinên Îranê dikim û bawer dikim ku ger em jin li dijî vê hikumeta dijminê jinan dest bidin destên hev û têbikoşin em ê bi ser bikevin.”
‘Em bi jinên Îranê re di nava piştevaniyê de ne’
Jinek din a ji Rojhilatê Efganistan Nîlûfer Şuca peyama piştevaniyê ya bi jinên Îranê re ragihand û got: “Ez û xwişkên xwe yên Îranê, em li ser xakek ku her roj ji aliyê Talîban, rejîma Îranê ve bi hinceta rapoşiyê, bi sûcên li dijî Îslamê, rastî êrişan tên. Dema min xebera biryara darvekirina Werîşe Mûradî bihist, hêrsa min mezin bû. Ez fikirîm ku rejîma Îranê bi van pêkanînên xwe hewl dide dengê jinên têkoşer bitepisîne. Tenê bi girtina Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî û bi hezaran jinên hatine mehkumkirin têr nabe. Ez weke jinek Efganistanê, bi jinên têkoşer ên Îranê re di nava piştevaniyê de me. Bila bizanibin bi darvekirina jinên leheng wê tu caran tevgera jinan a bi hêz a li Îranê ranewestînin. Wê rojek were rejîma faşîst a Îranê bikeve nava sergoyên dîrokê.”