Jinên Efgan ên perwerda komando dîtine diçin qada şer

Wezareta Parastinê ya Efganistanê da zanîn ku vesazbûna 25 jinên Efgan ên perwerda komando qedandine li qada şer çêbû.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê da zanîn ku vesazbûna 25 jinên Efgan ên perwerda komando qedandine  li qada şer çêbû.
Navenda Nûçeyan – Li Efganistan a qeyîrana şerê navxweyî têde tê jiyîn her diçe beşdarbûna jinan nava artêşê zêde dibe. Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Efganistanê li ser hesabê xwe yê tura civakî peyama “komandoyên nû diçin qada şer” par kir. Di heman peyamê de hat diyar kirin ku 25 jinên Efgan ên perwerdeya xwe ya komando qedandine li qada şer hatin peyîwirdarkirin.
Hat hînbûn ku ji ber nêzîkatiyên Talibanan ên hişk jinan bertek girtine û zêdetir tevlî qada leşkerî dibin.
Werger: JINHA