Jinên ducanî nikarin derman û derziyan bigirin

Li Hataya ku ava paqij û tuwalet lê tune ye nexweşî li ber derî ne. Li bajarê ku nexweşiyên enfeksiyonê lê zêde dibin, jinên ducanî nikarin xwe bigihînin derman û derziyên xwe.

Hatay - Li parêzgehên ku erdhej lê pêk hat gihandina ava paqij û hawirdora paqij roj bi roj dijwartir dibe. Li navenda bajêr tuwaletên gerok ji aliyê gelek kesan ve tên bikaranîn, bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Li Hataya ku pêdiviya av û qada paqij tê jiyîn pirsgirêka herî mezin jin jıyan dıke. Jinên ku nekarîbûn hewcedariya xwe ya herî bingehîn a tuwaletê jî bi cih bînin, gelek caran teşhîsa nexweşiyên mantar û enfeksıyona idrarê  tê kirin. Jinên ducanî yên li bajêr dijîn nikarin xwe bigîhînin derzîlêdan, muayene û dermanan.

Hemşîreya dildar Yaren Dölger bi rojan e li Hatay û gundên wê digere û kontrolên tenduristiyê dike. Yaren Dölger, anî ziman ku di warê paqijiyê de destekê didin jinan û ji kesên bi nexweşiyên kronîk re jî derman peyda dikin, pirsgirêkên tenduristiyê yên ku jinan piştî erdhejê dîtine parve kir.

Paqijî pirsgirêkek mezin e

Yaren Dölger, anî ziman ku di warê paqijiyê de herî zêde pirsgirêkên jinan hene û got, “Li vir bi giştî pirsgirêka paqijiyê heye, ji ber ku av kêm dibe. Dîsa kêmasiya kincên binî heye, ji ber zehmetiya gihîştinê, em gelek caran di jinan de mantar û enfeksiyonê dibînin. Em jî di vî warî de alîkariya jinan dikin. Em hewl didin ku pedên pagiş, kincên binî û avê bidin jinan. Em wek dildar hewl didin bi çûna gundan alîkariya gel bikin. Li navendê gihêştina tiştên wiha hêsantir e, lê ji ber ku xwe gihandina gund zehmetir e gel pirsgirêkên cidî dijîn.”

'Dermanên ku ji bo gurîbûn û sîpîhan tên bikaranîn têrê nakin'

Yaren Dölger, anî ziman ku nexweşiyên wek sîpîh û gurîbûn her ku diçe zêde dibin û piştî demekê dermankirina bi narkotîkê wê bi ser nekeve û wiha got: “Ji ber pirsgirêkên paqijiyê em herî zêde li bajêr bi kul gurîbûn û sîpîh re rû bi rû dimînin. Ji xeynî wê tu pirsgirêkên mezin çênebûn, em hewl didin ji bo nexweşên birîndar cil û berg çêkin. Mirov di bin her şert û mercî de nagihêjin tuwalet û ava paqij. Ji ber vê yekê nikare xwe biparêze. Ji ber ku cihê razanê tune ye, her tim li binê erdê radizên. Ji ber vê yekê veguhestina nexweşiyan jî zêde dibe. Em hewl didin ku bi dermanan pêşî li vê yekê bigirin, lê piştî xalek xuya dike ku ev têrê nake. Li vir pêwîstiya mirovan bi av û paqijiyê heye.”

'Jinên ducanî nikarin xwe bigihînin derman û derziyan'

Yaren Dölger, diyar kir ku jinên ku av û tuwaletan nabînin pêdiviyên xwe ji xwezayê pêk tînin û ev yek dibe sedema enfeksiyonê û bi taybetî jinên ducanî bi pirsgirêkên giran re rû bi rû dimînin. Yaren Dölger bal kişand ser wê yekê ku jinên ducanî nikarin xwe bigihînin derman, derzîlêdan û muayeneyê û wiha got: “Niha nizanim tedbîrên çawa hatine girtin, lê nikarin baweriya xwe bi avên xetên nû yên li ser xetên kevin bînin.  Em avê ji bo vê yekê bi karanîna çareseriyek kontrol dikin. Em nizanin dê hikûmet çi bike. Ez hêvî dikim ku ew jî tedbîrên pêwîst bigirin. Jin bi gelemperî hewcedariyên xweparastinê yên wekî pedên pagij, kincên jêrîn, av û şampuan hene. Li vir gelek jinên ducanî hene. Ew nikarin muayeneyên pêwîst û derzîlêdanê bikin. Ji bo peydakirina derman û ava paqij divê xebat bên kirin. Nexweşxaneyên meydanî hene, lê her kes nikare xwe bigihîne wan ji ber ku di xala çûnûhatinê de pirsgirêk heye. Bi taybetî ji bo jinên ducanî xwe gihandina dermanan de pirsgirêkên pir giran hene.”