Jinên Dêrsîmê qeyûman red dike

Jinên Dêrsîmê ên diyar kirin ew qeyûmê qebûl nakin gotin: “Qeyûm berdewamiya qirkirinê ye” û destnîşan kirin ku ew ê tekoşîna xwe bidomînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsîm - Bertekên gel ên li dijî tayînkirina qeyûm berdewam dike. Herî dawî Hevşaredar Bîrsen Orhan di 30’Mijdarê de hat girtin. Jinên Dêrsîmê ên gotin îradeya wan hatiye xespkirin, banga bilindkirina tekoşînê kirin. Jinên bi gotina ‘Em ji xizmetê hevşaredarên xwe razî bûn’ ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ew ê li gel hevşaredarên xwe bin.

‘Qeyûm dibe sedema koçberiyê’

Nazli Çelîk Oz anî ziman ku wan weke welatiyekî ku di hilbijartinê de dengê xwe daye,  tercîha xwe kiriye û ji ber vê yekê qeyûman red kirine û wiha got: “Ez şahidê zehmetiyên xebatên hilbijartinê me. Ez wek Dêrsimiyekî vê bêhiqûqiyê qebûl nakim. Em li cem hevserokên xwe yên vîna gelê Dêrsimê ne. Îradeya gelê Dersîmê li cem hevşaredarên xwe ye. Ev gel hevşaredarê xwe bi xwe hilbijart. Dêrsim cihekî ku ji kevneşopiya 38’an a berxwedan û têkoşîna Seyît Riza tê. Em jî li vir dijîn û vê ruh û baweriyê dijîn. Di roja ku qeyûm hat tayînkirin de tişta ku li pişt astengan qewimî ev e. Em bêhiqûqiya qeyûman qebûl nakin. Dêrsim ya me ye, wê ya me bimîne. Dema ku em lê dinêrin, dema ku di destpêkê de qeyûm hat tayîn kirin li bajêr koçberiyek cidî çêbû. Bi tunekirina mafê axaftinê yê bi rêya qeyûman, qadên jiyanê yên mirovan teng dikin. Ev bêhiqûqî bêguman wê bi dawî bibe û bihar were. Ji bo vê em ê xebatên xwe bidomînin.”

‘Gel rûxmê zextê vê şaredariyê girt’

Nurşak Yeşîl jî diyar kir ku tiştê ev dijî ne bê hiqûqiya yekem e û wiha pê de çû: “Me di sala 20216’an de jî vê rewşê jiya. Ev gel xebatê şaredariyê dît. Hevşaredar di nav derfetiyek pir kêm de xizmetê gel kir. Gel li dijî qeyûm pir bi hêrs e, dema em meyze dikin dibînin ku ked û îrade tune tê hesibandin. Me di got divê pêvajoyê de qeyûm ‘pêk nayê’ lê mixabin hişmendî eynê hişmendî ye, em wek gel qeyûm û xwespê qebûl nakin. Nurşak Yeşîl, anî ziman ku bi van biryaran dixwazin raya giştî bitirsînin û got: “Dema em îro lê dinêrin, dibînin ku êdî gel ji van polîtîkayan natirse. Ez jî di wê baweriyê de me ku dê ev bertek bersivê bibîne.  Gelê Dêrsimê li hemberî hemû zilmê serkeftinek bi dest xist. Li hemberî van zextan wê gel xwedî li vîna xwe derbikeve. Ev zilm êdi gihîştiya qirika mirovan. Êdî mirov naxwaze bi her awayî heman tiştan jiyan bike. Polîtîkayên ji bo rehmê li paşerojê bikin tên meşandin. Ez li ser navê xwe li ber xwe didim, divê gel jî li ber xwe bide. Ger em li ber xwe nedin ev zilm bi dawî nabe. Her tişt bi berxwedanê dest pê dike. Bila gel xwedî li vîna xwe derkeve. Me blokên beton dîtin, divê gel vê şaredariyê qebûl neke.”

'Qeyûm ji qirkirinê cûdatir tiştek din nîne’

Şenay Kulbak bi bîr xist ku berê wan dizanibû ku qeyûm çi dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Îradeya me xesp kirin û keda me dizîn. Ev rewş ji diziyê pê ve ne tiştekî din e, ji ber ku em dixebitin û paşê tên û rûdinên. Helbet em ê li dijî wê bisekinin. Heta em mafên xwe bi dest nexin em ê têbikoşin. Em ê li kêleka gel bin. Qeyûm nikarin xwezaya me hilweşînin û padîşahiya xwe biparêzin. Ew ê xwediyê hêzên îmzeker be, jiyana me dê bikeve xeteriyê. Tu kes wê nikaribe bi selametî derkeve derve. Ev ji qirkirinê cûdatir tiştek din nîne. Ev sed sal in em van polîtîkayên qirkirinê dijîn. Dixwazin me bitirsînin û bixin bin zextan. Bi vê zextê nikarin me bitepisînin. Em ê bi her awayî li ber xwe bidin."

'Divê gel têbikoşe’

Gulseren Guler diyar kir ku dîsa neheqî li gel hat kirin û wiha wiha axivî: “Dîsa neheqî li gel hat kirin. Ji bo vê yekê pênaseyeke din nîne. Pêwîste gelê Dêrsimê vîna xwe biparêze. Em mafê xwe yê dengdayîn û hilbijartinê dixwazin. Em hevşaredarên xwe dixwazin. Em bi gel re li dijî vê bêhiqûqiyê radiwestin. Çi dibe bila bibe, divê gel şer bike. Divê em jî weke gelê Wanê heta êvarê li ber xwe bidin. Ev pêvajo bi qeyûman nikare berdewam bike. Ez weke welatiyekî nikarim têkevim şaredariyê ji ber ku mafên me ji destê me girtin.”

'Bi blokên beton xwe rewa dibînin'

Herî dawî Leyla Coşkun ev tişt anî ziman: “Ji hêza xwe bawer dikin û hewild idin gel bidin koçbrkirin. Ji welatiyan re zehmetiyan çêdikin û bi blokên betonê astengiyan derdixin, tu dibêjî qey Dêrsîm ya wan e. Em bi gelê xwe bawer in, ger em bi hev re li ber xwe bidin, em ê qeyûm bişînin.  Em naxwazin, Dêrsim a gelê me ye. Ev der axa me ye, cihê me ye û em qeyûm  naxwazin. Ev gel bi xwe hevşaredarê xwe  hilbijart. Kesî zorî li vî gelî neda ku li wê kursiyê rûnên, bi keda xwe bi ser ketin. Bi salan e ev zilma emniyetê didome. Ciwan di bin zilmê de ne, gel di bin zextan de ne, kes nikare tiştekî bike. Gelê Dêrsimê bi hêz e, baweriya me bi vî gelî heye. Kes nikare me ji vir derxe. Berxwedana xwe berdewam bikin! Gelê Wanê bi hêz bû û li ber xwe da. Em jî ji gel vê hêviyê dikin."