Jinên Dêrazorê: Em ê li dijî tecrîtê berxwedana xwe xurtir bikin

Jinên kantona Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşanî tecrîta li dijî Abdullah Ocalan dan û bang li jinan kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.

ZEYNEB XILAF

Dêrazor- Zêdetirî 3 sale bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tu hevdîtin nayê kirin parêzer û malbat bi hevtane serlêdana hevdîtinê dikin bes bi hincetên vala qedexeyên bi mehane tê dayîn. Li dijî vê tecrîta girankirî ya li ser Abdullah Ocalan jinên kantona Dêrezorê ya   Bakur û Rojhilata Sûriyeyê nerazîbûnên xwe anîn ser ziman û diyarkirin ku Abdullah Ocalan pergala netewa demokratîk û jiyana hevbeş afirandiye, ji ber vê yekê  ew ê li ser şopa wî bimeşin.

‘Ji raman û felsefeya Rêber Apo ditirsin’

Endama Dîwana Buroya Xizmetan Nesayim El-Mutleq derbarê tecrîtê de wiha axivî: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, mafî wî yê bingehîn binpê dike. Dewleta Tirk ji fikir û ramanên wî ditirse ji ber ku ger Rêber Apo derkeve dê ji pirskirêka Kurd re çareserî bibîne ji ber vê jî naxwaze fikrî wî bigihêje gelên azadîxwaz. Berxwedana Rêber Ocalan ya li hember siyaset û komployên li dijî wî zelal e, em dibînin çawa gel ji bo li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan bimînin ji beriya 3 salan ve çi têkoşînê didin meşandin, gelek daxwaz hene ku tecrîda girankirî rabe û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.”

‘Hemû dewlet şirîkî vê komployê ne’

Nesayim El-Mutleq di berdevamiya axaftina xwe de hêzên hegemon ên ku di vê tecrîtê de tiliyan wan heye û wiha pê de çû: “Ya ku ev tecrîd ferz kiriye ne tenê dewleta Tirk e lê belê hemû dewletên ku xwe weke demokratîk û parêzvanên mafên mirovan bi nav dikin şirîkê vê komployê ne. Jîbîr kirine ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû gelan têkoşiya ye, bi taybet jina ku ji demên berê bêhtir îrade û hebûna xwe îsbat kiriye, ev hemû jî bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan e.”

Nesayim El-Mutleq di dawiyê de diyar kir ku jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bikin.

‘Emê berxwedana xwe bidomînin’

Hevseroka Desteya Tenduristiyê Nûr Ebd El-Kerîm jî wiha nêrînê xwe anî ser ziman: “Berdewamkirina tecrîdê binpêkirina zagona ne, ji ber wê em ji bo daxwaza azadiya wî paş de gav navêjin, ne mafê tu kesî ye ku wî di zindanê de bihêlin. Ez kiryarên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan şermezar dikim.”

Nûr Ebd El-Kerîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê Civaka Naveteweyî, Konseya Ewlekariyê, Desteya Neteweyên Yekbûyî erka xwe ya mirovî, exlaqî û zagonî pêk bînin.”