Jinên Danîmarkayê ji bo Peyîmana Stenbolê di çalakiyan dene

Jin li Danîmarkayê, li dijî Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ê ku Peymana Stenbolê Fesih kir derketin kolanan û bang li YE'yê kirin ku helwestek zelal nîşan bide.

Navenda Nûçeyan -Bertekên jinan li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber fesihkirina Peymana Stenbolê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de jin li Danîmarkayê li Qada Şaredariya Kopenhagê bi pankarta nivîsa "Peymana Stenbolê dide jiyîn", wêneyên jinên ku hatin qetilkirin hilgirtin û çalakî pêk anîn. Parlamentera berê ya Partiya Sosyal Demokrat Yildiz Akdogan û parlamentera Partiya Sosyalîst a Gel Ozlem çîçek jî tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Şîlan Denîz û Teyhanî Killa ve hat xwendin. 
Şîlan diyar kir ku biryara ji bo parastina mafên jinan "dijqanûnî" û "tune" hatiye hesibandin û di berdewamiyê de wiha got, "Li Tirkiyeyê bi hezaran kes ji bo ku biryara Erdogan şermezar bikin daketin qadan. Divê Yekitiya Ewropayê li dijî sûcê nefretê yê li hemberî jinan û LGBTQ+ ku ji ber helwestên hikûmeta Tirkiyeyê zêde bûne helwestek zelal nîşan bide. Femînîzm tevgerek enternasyonalîst e. Em ê li dijî dewletên cîhanê yên ku bi serdestiya mêr tên birêvebirin têkoşîna xwe bidomînin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Peymana Stenbolê dide jiyîn", "Em vê biryarê qebûl nakin", "Em bêdeng namînin, natirsin û serî natewînin" bi dawî bû.