Jinên Ciwanên Şengalê li ser mijara hilbijartinên Iraqê civiyan

Jinên Ciwan yên Êzidî li ser rewşa dawî û hilbijartinên dê li Iraqê werin kirin civiyan. Jinên ciwan di civînê de dan zanîn ku ew di ferqa giraniya pêvajoyê de ne û dê li gorî berpirsiyariya dikeve ser milê wan tevbigerin.

Şengal – Jinên ciwan ên Şengalê li ser giringiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) di hilbijartinên dê li Iraqê bên kirin de li meclisa gundê Guhbel civiyan. Di civîna ji aliyê endama Rêvebera Koordînasyona Yekitiya Ciwanên Êzidî Sara Şengalî ve hat rêvebirin de nirxandin li ser rola wan weke jinên ciwan di hilbijartinan de hat kirin. 
Sara Şengalî têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk bi hevkarên xwe re bê navber li ser vîna gelê me êrişan dide meşandin. Di van êrişan de jî hertim pêşengên civaka me tên armanc kirin. Ev yek zelale ku ji bo ev civak nebe xwedî vîn û nekare xwe bi rêvebibe van êrişan dikin. dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare êv yekê bike, ji hikumeta Iraq, PDK û dewletê navneteweyî hêzê digire.” 
“Ji vîna jinan ditirsin”
Sara Şengalî bal kişand li ser pilanên 9’ê Cotmehê û wiha berdewam kir: “Gelê me tev ketiye wê zanistiyê ku ev êriş tev pilanên di peymanê de hatine nîqaşkirine. Dixazin bi van êrişan peymana 9’ê cotmehê bi me bidin pejirandin. Ger ev yek bû wê Şengal veger Şengala berî Fermanê û têkeve bin desthilatdariya herkese. Wê cardin PDK’ê bînin Şengalê û bi heman aqilyeta zilmê li ser gelê me bidin meşadin. Em weke jinên Êzidî  Şiyar bûne, di nava civaka Êzidî de yên herî zêde zilim dîtî jinên Êzidî bûn bi taybet jinên ciwanbûn. Em weke jinên ciwan heya dawîyê emê tola xwe li beramberî wan ixandetkarên ku civaka me di nava lepên DAIŞ’ê de hiştî bixazin. Xêrnexwazên civaka me ji hêza me ditirsin. Heya niha pilanên wan ên qirêj ser neketine ji bo wê ji vîna gelê Şengalê biyatbet ji vîna me jinan ditirsin. Tê dîtin van demên dawî êrişên xwe li ser me bêtir kirine, çi li kampên Başûrê Kûrsitanê be çi jî li Şengalê be. Bi van êrişan dixazin me bitirsîne ku em gava pajde bavêjin. Ger me gav pajde avêt û ji bo îradeya xwe tiştek nekir, emê ji bo Şengala xwe jî tiştekê nekin.”
“Hewceye em di ferqa giraniya pêvajoyê de bin”
Sara Şengalî da zanîn ku ji bo civaka Êzidî di hilbijartinên Iraqê de diyarkerbin hewceye ew weke ciwan ked bidin û wiha domand: “Wê PADÊ biçe hilbijartinanan ji bo wê weke jinên ciwan divê em piştgiriya xwe ya herî baş bidin û ji bo em bi ser bikevin divê em xebatên xwe bi awayek bihêz bidin meşandin. PADÊ ji bo me civaka Êzidî hebûne. Em dikarin bi serkeftina di hilbijartinan de gelek daxazên xwe pêkbînin. Weke civaka Êzidî divê em ji bo xwe bixebitin. Ne weke Viyan Dexîl dibin navê Êzidiyatiyê de ji bo dijminê xwe xizmetê bikin. Divê em xwedî li îradeya xwe derkevin û di giraniya pêvajoyê debin. Di vê gelê me yê Kampan şiyar û baldarbin ji ber ku dijmin politikayên pir kirêj li ser me dide meşadin. Ger em serkevin emê li warê xwe bi partiya xwe serkevin. Dijmin dibêje li şengalê ewlehî nîne. Ez jî vê dipirsim gelo ewlehiya çi li wan kampan heye? Ger heba çima li kampa Qadya xistin. Divê tevahî gelê me yên li kampan bi dema niha na, bi pêşeroja xwe û zarokên xwe bifikirin. Bi xwe bêdenk kirinê em ê tenê wenda bikin”
“Serketina PADÊ serketina tevavahî gelê Êzidi ye”
Ciwana bi navê Ronas Xidir ya ji serdeştê jî bang li tevahî civaka Êzidî û bi taybet Êzidiyên li Başurê Kurdistanê kir ku ji bo serkeftina civaka xwe dengê xwe bidin PADÊ û got: “Serketina PADÊ serketina tevavahî gelê Êzidi ye.”