Jinên ciwanên Şehbayê li hemberî êrîşan meşiyan
Jinên ciwan ên Kantona Şehba û Efrînê li hemberî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.
Şehba - jinên ciwan ên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran" meşiyan. Meş li pêşiya navenda tevgera jinên ciwan a herêma Efrînê despêkir, heya misgefta navçeya Fafînê ya girêdayî Şehbayê Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê dewam kir. Di meşê de jinên ciwan a Kantona Efrînê, Şehbayê û Kongreya Star a herêma Efrînê amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê daxuyanî ji aliya berdevka jinên Ciwan Sîdira Hemo ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye: "Di serî de ji bo tevahî jinên ciwan û civakên ku dixwazin azad û bi rûmet jiyan bikin pêwîste bizanin ku di bin şert û mercên dagirkeriyê de jiyan dikin. Bi salan dewleta tirk a faşîst dixwaze gelê kurd tune bike. Bi keda Rêber Apo û şehîdan îro kurd hebûna xwe didin qebûlkirin û ji bo azadiya xwe xeta têkoşînê pêş dixin. Ev nêzî 7 mehe li Zap, Avaşîn û Metîna bi pêşengtiya gerîlayên YJA Star berxwedaniyekî bêhempa tê meşandin. Di encama vê berxwedaniyê de gerîlayên YJA Starê darbeyên giran li dijmin dixin. Em jî wek Yekîtiya jinên ciwanên herêma Efrînê û Şehbayê li beramberî êrîşên dewleta tirk a dagirker û qirker her tim xeta berxwedanî û serkeftinê esas digirin. Heya em dijiminê dagirker tune nekin ji bo me sekinandin nîn e."
Rêveberiya jinên Ciwan ya herêma Efrînê Rîm Dede jî got: "Armanca me ji vê meşê ewe ku em piştgirî bidin gerîlayên çiyayên Kurdistanê yên nêzî 7 mehan li çiyayên Kurdistanê li berxwe didin. Dewleta tirk a dagirker bi çekên kîmyawî diyar dike di heman demê de karê qirêj nîşan dide. Ji bo berxwedaniya gerîlayên me moral dide. Heya jinek ciwan li seranserî cîhanê û li qadan hebe wê berxwedanî xurt bike û em serkeftinê bi dest bixin."
Xwendekara Efrînê Lorîn Mihemed jî got: "Em weke jinên ciwan ya herêma Efrînê ji bo em piştgiriyê bidin gerîlayên azadiya Kurdistanê dimeşin. Em ê her tim berxwedaniya xwe xurt bikin, bi serbikevin û dakevin qadan.”