Jinên ciwan rojbûna Zeyneb Celaliyan û 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinên ciwan ên Merîwan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di roja ji rojbûna girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan de pîroz kirin.

Navenda Nuçeyan- 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li seranserê cîhanê bi çalakiyên cûr be cur hersal tê pîroz kirin. Ji ber rejîma Îranê li dijî mafê jinane rê nehat dayin ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 8’ê Adara Roja jinên Cîhanê pîroz bikin. Tevî hemû astengiyan  jî jinan 8’ê Adarê li Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyên cûda pîroz kirin.
Jinên ciwan ên Welatparêz ên navçeya Merîwan a ser bi bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê roja jinan, di roja rojbûna girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan de pîroz kirin.
Ciwanan wêneyên jinên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin, hildan û di bin wêneyê Zeyneb Celaliyan de ‘Wê bi yekîtiya jinan dawî li siyaseta qirker were’ nivîsandin û 8’ê Adarê li hemû girtiyên siyasî pîroz kirin.