Jinên ciwan rastiya tacizê ya li Misirê vegotin

Jinên ciwan ên bûyerên tacizê yên li dijî jinan li Misirê diqewimin vedibêjin, diyar kirin ku di rewşên tacîzê de civak li kêleka sûcdaran cih digre. Hinek jin li kolanan li mafên xwe geriyan, hinek jî ji ber legerîna mafên xwe rastî tundiyê hatin.

ASMAA FATHI

Qahire – Li Misirê li dijî kiryarên tacîzê biryarên ku wek cezayên bi bandor tên binavkirin hatin girtin lê civak hê jî li aliyê mêr e. Jin ji ber zextên civakî, ji bo bûyerên tacîzê nikarin bi biryar tevbigerin

Ji malbata xwe tirsiya

Hoda Alaa yek ji wan jinên ku rastî tacîzê hatiye ye. Hoda Alaa der barê serpêhatiya xwe de wiha got: “Min kiryarê tacizê girt û li ber çavên kesên ji rê derbas dibin lêda lê ji ber ez ji malbata xwe ditirsiyam nefikirîm kiryar gilî bikin. Ez gelek carek rastî tacîzê hatim û her cara ku ez rastî tacîzê hatim ji bo derûniya min xirab nebe, min ew kiryarê tacîzê digirt û li kolanê eşkere dikir jî dest pê lêdanê dikir.” Hoda Alaa wiha got: "Bi salan ez bêdeng mam û nekarim mafên xwe ji kesên ku li kolanan min tacîz min dikin, bigrim. Ez li Zanîngeha Helwanê dixwînim û carna li ser riya dibistanê li kolanên qelebalix dimeşim. Ji ber ku ez di malbateke ku bawer dikin tacîz ji tevgerên jinan e de mezin bûm, ji malbata xwe ditirsim. Ji ber vê yekê min biryar da ku li kolanê bi destên xwe mafên xwe bigrim. Ez bêdeng mam û tirsiyam bûyer ji malbata min re were vegotin. Ji ber vê yekê nikaribûm li mafên xwe bigerim. Ez dikarim li êrîşkar bidim lê nikarim tiştên hatine serê min vebêjim.

'Rêbaza herî baş teşhîrkirin e'

Yek ji wan jinên ciwan Maî Adel serpêhatiyên xwe bi van gotinan vegot: “Min rojek li Meydana Gîzayê tacîzkarek girt û li ber çavên mirovan, şîmaqek li rûyê wî da. Di qeraqolan de ji bo sûcdarên tacîzê pişta pêwîst nayê kirin û ez difikirim rêbaza herî baş teşhîrkirina wan e.”

Salwa Seyd jî got ku bertekên civakê yên li dijî tacîzê têrker nîn in û wiha axivî: “Kiryarê tacîzê bi milê min girt û mirovan jî şahidiya vê yekê kirin. Min hawar kir û tişta ku ez li wir matmayî mam ew bû ku jinan jî sûcdarê tacîzê parastin. Bi qasî ku dengê ji min derket kir qîrîn û hawar û kiryarê tacîzê ji destê min hat revandin.”

'Min neheqî û êşeke mezin hîs kir'

Yek ji jinan Cennet Fevzî diyar kir ku di meha Remezanê de dema bi otobusê diçû malê di otobusê de rastî tacîzê hatiye û wiha got: “Dema ku ez  rastî tacîzê hatim, min bi qîrîn xwest ajokar wesayîdê bibe midûriyeta polîsan. Lê belê piraniya rêwiyan digotin kesê ku min tacîz dike mîna birayê min e. Gotin divê ez pêşeroja wî nexim metirsiyê. Destdayîna bedena min wek êrîşek li ser rûmet û hestên min nehat hesibandin. Ez nikaribûm hefteyek biçim ser kar, min neheqî û êşeke mezin hîs kir. Ez ji hemû kesan hem tirsiyam hem jî nefret kir.”

Rastî tacîzê hat, bavê wê tundî li kir

Salma Jamîl jî diyar kir ku ji ber bi sûcdarê tacîzê re nîqaş kiriye ji aliyê bavê xwe ve rastî tundiyê hatiye. Selma Jamîl wiha got: “Di encama tundiya bavê min de li ser bedena min birîn çêbûn. Dema ku ez di sala xwe ya ewil de diçûm zanîngehê, min bi xortekî ku bi devkî êrîşî min kir û ez ji derketina derve mehrûm kir re nîqaş kir. Ez ditirsiyam berpirsê tacîzê li Qahîreyê li gel meqamên dadwerî giliyê min bike. Lê êdî ez natirsim. Dema ku bavê min li dijî min tundî kir digot ‘niha mirov dê ji te re çi bibêjin?’ Ez reftarên xerab ên bavê xwe yên li dijî min tu carî ji bîr nakim û wî efû nakim.”

'Divê jin giliyê sûcdarên tacîzê bikin’

Parêzer Hîam El-Janaînî têkildarî mijarê ji ajansa me re nirxandin kir. Hîam El-Janaînî wiha axivî:

“Tevî ku cezayên tacîza li dijî jinan hatin zêdekirin jî bi wan cezayan dawî li tacîzê nehat. Di çarçoveya sûc de rewş diguhere. Wekî mînak, dibe ku ji bilî cezakirinê ji hin xizmet û karan bêpar bimînin. Dibe ku berpirsyarê tacîzê ji aliyê saziyên ku mijara tundiya li ser jinan re mijûl dibin erkdar bin. Divê jin kesên tacîz dikin ragihînin û ji çûyîna midûriyeta polîsan netirsin. Ji bo ku keç xwe bi ewle hîs bikin, çend amûr hene ku dê keçan bêtir teşwîq bikin ku kiryarên zagonî bikin. Di nav de avakirina yekîneyeke taybet ji bo tawanên tundiya li dijî jinan li her navenda polîs û çêkirina mekanîzmayek ji bo girtina raporên elektronîkî hebe. Her wiha girîng e doz zû bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê salonên dadgehê bên vekirin û biryar di warê tundiya li ser jinan de bê girtin.”