Jinên ciwan netewa demokratîk nîqaş kirin: Armanc avêtina gavên dîrokî ye

Rêvebera Ofîsa Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Demokratîk Nadiya Yûsif a li ser derbarê konferansa jinên ciwan de axivî û bal kişand ser rola jinên ciwan di pergala neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a jinan de.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Yekitiya Jinên Ciwan li ser mijara di neteweya demokratîk de pêşengiya jinên ciwan di bin dirûşma "Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve" konferansa xwe li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê li dar xist. Ji sazî û dezgehên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 150 delege beşdarî konferansê bûn. Jinên ciwan ên ji welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê bi peyamên xwe beşdarî konferansê bûn, bal kişandin li ser destkeftiyên şoreşa jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo parastina destkeftiyan banga avakirina konfederalîzma jinan a cîhanî kirin.

Di konferansa jinên ciwan de li ser rola jinên ciwan di pêkanîna neteweya demokratîk de ku bingehên wê komîn, meclis, kooperatîf û meclis in, nîqaş hatin kirin. Her wiha li ser çawaniya rêxistinbûyîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn dibe mînak û di avakirina konfederalîzma jinan a cîhanê de rol dilîze, nîqaşên berfireh hatin kirin. Derbarê konferansa jinên ciwan û rola jinên ciwan di pêkanîna Netewa Demokratîk de Rêvebera Ofîsa Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Demokratîk Nadiya Yûsif ji ajansa me re axivî.

Rola jinên ciwan di Netewa Demokratîk de

Nadiya Yûsif di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya lidarxistina konferansa Jinên Ciwan kir û wiha got: "Konferans li ser du mijaran hatiye destpêkirin. Yek pergala neteweya demorkatîk û rola jinên ciwan di avakirina kondeferalîzma demokratîk de, li ser civaka demokratîk û avakirina wekheviya di navbera her du zayendan de nîqaş hatin kirin. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin beşdarî konferansê bûn û wê ji wê derê nîqaşên pir girîng derkevin holê.”

Nadiya Yûsif bal kişand peyamên jinên ciwan ên ji welatên cûda ku ji bo konferansê şandibûn û got: “A herî girîng, di vê konferansê de ji bo piştgiriya têkoşîna me bikin ji çend welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê peyamên jinan hatibûn rêkirin, hatin guhdarkirin. Her wiha li ser şoreşa jinan, li sînevîzyonê hat tamaşekirin, armanc ew e ku ji vir û şûnde em çawa bikaribin hîn bêtir xwe bihêz bikin di nava vê şoreşê de. Di oxira vê dozê û projeya neteweya demokratîk de di 12 salên şoreşa jinan de gelek rêhevalên me canê xwe feda kirin, tenê ji bo ku wateya rast a vê projeyê were fêmkirin û rûniştandin."

'Rola jinên ciwan dîrokî ye’

Nadiya Yûsif got ku rola ku niha divê jinên ciwan bilîzin dîrokî ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Pêwîst e ji niha û şûnde û bi awayekî xurtir jinên ciwan bi hişmendiya neteweya demokratîk rêxistina xwe xurtir û dorfirehtir bikin. Weke jinên ciwan avakirina kesayetê û îradebûyîn, ji xusletên herî girîng in ku divê pêk bînin. Di heman wextê de jî bêyî ku destwerdaneke ji derve çêbibe, bêyî ku zexteke derûnî li ser me hebe divê jinên ciwan bi cewherê xwe bijîn û xwe li her qadê îfade bikin. Ji ber ku em bi hezaran salan bi zihniyeta desthilatdaran re rûbirû dimînin, ji lewre lidarxistina konferansên jinên ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha li Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê pêwîstiyek e."

‘Konferans li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bersiv e’

Nadiya Yûsif bal kişand ser girîngiya lidarxistina Konferansa Jinên Ciwan di vê pêvajoyê de û wiha pêl da gotinên xwe: "Berî demekê Hevpeymana Civakî hat pesendkirin û Rêveberiya Xweser ji nû ve xwe saz dike. Di heman wextê de jî hilbijartinên şaredariyan hatin destpêkirin. Em divê ku di nav de xwedî roleke çawa bin û çawa bikaribin bi nasnameya jinên ciwan tevbigerin û rêxistina xwe dorfireh bikin, ev hemû jî girîng in ku werin nîqaşkirin. Her wiha konferansa me ya îro dibe bersiva komploya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan di 6’ê Gulanê de li Sûriyeyê hatibû destpêkirin. Ji bo êrîşkarên ku dixwazin dawî li fikrên Rêber Apo yên ji bo azadiya jinan bînin, wê bersiv û bertek û têkoşîna me her dem tund û bihêz be.”

‘Armanc avêtina gavên hîn mezintir û dîrokî ye’

Nadiya Yûsif a got “Armanca me bi vê konferansê ew e ku em weke jinên ciwan ji vir ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ber bi Rojhilata Navîn û cîhanê ve biçin û gavên hîn mezintir, girîng û dîrokî bavêjin” wiha bidawî kir: “Her wiha ya sereke jî ew e ku em bikaribin tecrubeyên me ji Şoreşa Jinan girtiye bi welatên Rojhilata Navîn û cîhanê re parve bikin û pergala neteweya demokratîk bidin rûniştandin, xwedî li xwe derbikevin."