Jinên Ciwan li Tiltemirê li dijî komployê meşiyan
Bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ku dikeve sala xwe ya 24'an, Tevgera Jinên Ciwan a Til Temirê meşeke meşeleyî li dar xist.
Hesekê- 24 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin tecrîdê de ye. Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin dirûşma "Bi rihê jinên ciwan, bi dirûşma Jin Jiyan Azadî em ê komploya li ser serokatiyê têk bibin" Tevgera Jinên Ciwan a navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh şev meşa bi meşeleyî li dar xist.
Meşa ku heta ber çarxeriya şaredariyê domiya, jinên ciwan stêrka bi navê "Apo" vêxistin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê cangoriyên azadiyê, Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan a Til Temirê Munîra Xelîl daxuyanî xwend û wiha got: "Hêzên komploger 24 sal in tecrîdeke girankirî li ser Rêberê mirovahiyê û fîlozofê serdemê Abdullah Ocalan dimeşînin. Em bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku vê tecrîdê bi dawî bikin û bi erkên xwe rabin. Em ê bi deng û qêrîna gel bi hemû neteweyên xwe pergala Îmraliyê bişkînin û rêberê xwe azad bikin. Em ê bi pergaleke demokratîk civakeke azad û wekhev ava bikin û komployê têk bibin."
Meş bi dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.