Jinên Ciwan li dijî tecrîdê daketin qadan

Jinên Ciwan yên Kantona Cizîrê, îro li bajarê Qamişlo ya herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Qamişlo- Jinên Ciwan yên Kantona Cizîrê, îro li bajarê Qamişlo, li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi meşekê şermezar kirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin. Meş bi dirûşmeya"Em jinên ciwan fedayiyê Rêber Apo ne" û bi tevlîbûna dehan Jinên Ciwan, sazî û rêxistinên jinan û meclisa malbatên şehîda meşiyan. Meş ji çarxereya Osman Sebrî dest pê kir û li pêşiya Stadyoma Şehîdê 12’yê Adarê ya bajarê Qamişlo rawestiya.

Em ê bi rêxistinbûyîna xwe ji tecrîdê re bibin bersiv’

Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Mîdya Xelîl têkildarî meşê axivî û got:" Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan ya Kantona Cizîrê, tecrîda giran ya ku li ser Rêber Apo her diçe zêdetir dibe şermezar dikin. Em ê bi rêxistinbûyîna xwe ji tecrîdê re bibin bersiv,heta ku em azadiya rêber Apo bi dest nexin em tu carî ranewestin. Erk û berpirsyartiya me jinên ciwan em çiqas xwe azad bikin em ê bighêjin azadiya Rêber Apo ya fîzîkî. Felsefeya Rêber Apo li tevahî jinên cîhanê belav bûyê, hemû dewletên dagirker dixwazin ku felsefeya Rêber Apo tunê bikin. Lê em ê bibin bersiva wan û em ê hertin li qada bin û berxwedan û têkoşînê bikin da ku fesefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bibe û azadiya wî bi dest bixin."

Em Jinên ciwan fedayê rêber Apo ne’

Her wiha li aliyekî din Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nexem Hemada têkildarî meşê ji ajansa me re axivî û got:"Em weke jinên ciwan yên navçeya Til Tewîl ya bajarê Hesekê, em îro vê meşê li dar dixin da ku wê teceîda giran ya ku li ser rêberê netewa demokratîk, Rêber Apo tê meşandin bişkînin. Em Jinên ciwan fedayê rêber Apo ne, em ê hertim li qada bin û têkoşîn bikin heta em rêberê xwe azad bikin."

Em bi felsefeya rêber Apo bûn xwedî hêz û bawerî’

Her wiha jina ciwan Sefa Deham helwestên xwe yê li dijî tecrîdê ji ajansa me re parvekir û got: "Em îro jin derketine qadan da ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo bişkînin û li hember dagirkeran bisekinin. Em weke tevgera ciwanan bi felsefeya rêber Apo bûn xwedî hêz û bawerî. Em ê bi vê hêzê li hember tecrîdê û dagirkeran bisekinin û azadiya rêberê gelê Kurd bi dest bixin."