Jinên ciwan li ber dengê erbaneyê jin vexwendin pîrozbahiyê

Di çarçoveya xebatên jinên Şengalê yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de Yekitiya jinên Ciwan ên Êizdî li bajaroka Sinûnê belavûk belav kirin.

Şengal - Xebat û çalakiyên jinên Şengalê yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê berdewamin. Piştî ku hemû gun û bajarokên Şengalê bi pankart û afîşan xemilandin û ji 8’ê Adarê re amade kirin êdî dest bi çalakiyên cuda kirine. Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de Yakitiya Jinên Ciwan yên Êzîdî li bajaroka Sinûnê belavûk belav kirin û jin vexwendin pîrozbahiya 8’ê Adarê. Her wiha jinên ku li wê derê amade bibûn, bang li her kesî kirin ku tevlî şahiya 8'ê Adarê bibin. Jinên ciwan bi stranan gera xwe bi dawî kir.
“Em hemû jinan vedixwînin pîrozbahiya Geliyê Kersê
Di derbarê xebatên xwe yên 8’ê Adarê de jina ciwan ya bi navê Kinana Dawid axivî, roja 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê piroz kir û wiha got: "Em weke jinên ciwan, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên Êzîdî û jinên cîhanê pîroz dikim. Em îro li bajarokê Sinûnê amade bûne, da ku em belavokan belav bikin. Her wiha di van belavokan de, me tevahî gelê xwe vexwend şahiya 8'ê Adarê ya ku wê li Geliyê Kersê çêbibe."
Kinana kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha qal kir: "Bi rastî em îro pir kêfxweşin, ji ber ku em weke keçên ciwan yên Êzîdî piştî fermane me roja 8'ê Adarê bi vî rengî pîroz kir. Emê her sal roja 8'ê Adarê pîroz bikn. Weke ciwaneke Êzîdî daxwaza min ji hemû jinên Êzîdî û jinên cîhanê ewe hemû bi hevre 8'ê Adarê pîroz bikin. Her wiha wê 8'ê Adarê bibe roja mezinkirina tekoşîna hemû jinên cîhanê."  
“Dê 8’ê Adarê bibe wesîleya azadiya hemû jinan”
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Cihan Hazim ji weha got: “ beri her tiştê roja 8’ê Adarê li hemû jinên cihan û jinên Êzidî piroz dikin. Em weke jinên Êzidî îro hatin li nahiya sinûnê amade bûne ji bona em belavokan belav bikin, Em dayikên şehida silav dikin û bejna xwe li ber hemû Şehidan di tewinin. Roja 8’ê Adarê wê bibe sala azadiya Rebêr Apo û hemû jinên Cihanê.