Ji jinên ciwan ên Şengalê pengava ‘Jin Jiyan Azadî Serbixwe Azadî’

Li Şengalê ji bo tekoşînek bihêztir li dijî zexta li ser jin tê meşandin Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Hemleya xwe ya bi navê ‘Jin Jiyan Azadî Serbixwe Azadî’ ragihandin.

EMÎRA ZOZAN

Şengal-Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê îro li çerxerêya Navçeya Sînunê bi daxuyaniyekê hemleya xwe ya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixwe Azadî’ ragihandin.

Daxuyaniya Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê ji aliyê Avesta Şengal ve hate xwendin.

Di daxuyaniya xwe de wiha hat gotin:

“Em weke Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê bi hemleya xwe ya bi navê ‘Jin Jiyan Azadî Serbixwe Azadî’ de xwe birêxistin bikin û ev hemle wê ji bo me bibe pêngaveke mezin û heya azadiya fizikî ya Rêber Apo û azadiya hemû jinan wê berdewam bike.

Li hember hemû êrişên li ser jinan, li hember erîşên zayendî û qetilkirina jinan em ê rawestin. Çawa li ser Axîna 6 salî bi awayeke hovane erîşa zayendî pêk anîn û qetil kirin, her wiha ji ber ku evwjin bûn çawa li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan jinên ku di dibistanan de hatin qetil kirin hovitî biser wan de hat, lê wan bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî daketin qadan û mafê xwe xwestin.

Em ji weke Jinên ciwan heya yek jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê de heye wê tekoşîna xwe berdewam bikin û dibin navê hemleya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ de em ê xwe rêxistin bikin û xwedî li nasnameya xwe derbikevin.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.