Jinên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xist.

Navenda Nûçeyan – Yekitiya Jinên Ciwan Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye’ li bajarê Qinê yê li rojavayê Kobanê meşek lidar xist.

Gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan û bê navber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Berxwedan jiyan e’ û ‘Bijî berxwedana Îmralî’ hatin berzkirin. 

Meş heta çarxerêya bajêr berdewam kir, piştî deqeyek rêzgirtinê rêveberiya Meclîsa bajarê Qinê Tarîvan Xelîl axivî.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkan e’

Tarîvan Xelîl diyar kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin û wiha got: “Çawa ku gelê me zêdetirî sê mehane li bendava Tişrînê li ber xwe dide, em jî dakevin kolanan, çalakiyan lidar bixin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixwazin. Em ê ji 7 salî heta 70 salî li ber xwe bidin û têbikoşin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkan e, ji bo azadiya Rêbertî têbikoşin."

Meş bi berzkirina dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.