Jinên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke dirêj birêxistin kir. Jinên ciwan ên beşdarî meşê bûn teqezkirin ku ewê pêşengiya hilweşandina pergala îşkence ya Îmraliyê bikin.

Kobanê – Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê û 74 welatên cîhanê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat ragihandin. Di vê çaroçoveyê de îro Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê meşeke dirêj birêxistinkirin. Di meşê de ciwanên ji Kobanê, Eyn Îsa û Eyn Îsa amedebûn.

Ciwan li benderiya şehîd Perwîn ya li Başûrê Kobanê kombûn û bi berzkirina siloganên “bê serok jiyan nabe”, “Berxwedan jiyan e” û “Jin, Jiyan, Azadî” dest bi meşê kirin.

Meşa ku rojekê dirêj kir li gundê Elpelûrê yê li Rojavayê Kobanê rawestiya. Elpelûrê yekemîn gundên Rojavayê Kurdistanê ye ku rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di Tîrmeha 1979’an de derbasê bû. Mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dima, veguheriye mûzexane û ev gund weke gundê Abdullah Ocalan tê dest girtin.

Piştî meş li gundê Elpelûrê rawestiya, deqeyek rêzgirtin hat sekinandin.  Piştre hevseroka Yekîtiya Ciwanan û Werzîşê Avaşîn Miso axaftin kir û wiha got: “Em weke Jinên  ciwan yên Kobanê, Eyn Îsa û Minbicê li mala Rêber Apo beşdarbûna xwe ya pengavê radigihînin. Em rojekê meşiyan, lê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê tu carî newestin û nebêjin bes e. Em ê bibin parçeyek ji têkoşîna ku niha ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê tê meşandin. Heta em ê weke jinên ciwan pêşeşengiyê jî bikin. Ji bilî Rêber Apo, tu fîlozof û zanyaran xeta azadiya jin diyar nekir û heta behs jî nekirin. Lewra em weke jin deyndarên keda Rêbertî ne û divê em xwedî li wê derkevin. Helwesta me ev e û em vê sozê li mala Rêber Apo ya gundê Elpelûrê nû dikin.”

 ‘Tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina jinan û projeya azadiya wê ye’

Cîhan Mustefa ya beşdarî meşê bûbû, wiha got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka her mirovekî ku di roja îro de bi rengekî azad di welatê xwe de dijî, di asta yekê de jî erka jinan e ku Rêbert Apo ji bo jinan bi taybet pirojeya rizgariyê pêşkêş kir. Ger ku me weke jin îroj şoreş li darxist û em li dijî hemû zextên civak û pergalê têdikoşin, ev yek bi saya Rêber Apo pêk tên. Em bi temamî azad nebûn e, lê belê çavkanî û bîrodoziyeke heye ku em di têkoşîna xwe de bingeh bigirin û serkeftinê misoger bikin. Ji bo vê em weke jin vê tecrîdê, weke tecrîdkirina jinan û projeya azadiya wê digirin dest. Li dijî van polîtîkan em ê her têbikoşin. Em di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bi îsrar û îdia ne, ji bo vê em ji serkeftina xwe bawer in.”