Jinên ciwan ên Mexmûrê: Em ê bi çalakiyên xwe pergala tecrîdê bişkînin

Tevgera Jinên Ciwan ên Wargeha Mexmûrê, bi daxuyaniyekî komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em ê wek jinên ciwan têkoşîna li dijî komployê bi rihê seferberî bigihînin serkeftinê.”

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan  a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi boneya şermezarkirina komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakî hat destpêkirin. Bernameya rêzeçalakiyê di 5’ê Cotmehê de li Saziya Ciwanan a Mexmûrê destpêkir. Di çerçoveya rêzeçalakiyê de têkildarî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê sînevîzyon û semîner hate dayîn.

Îro ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî bi beşdariya jin û jinên ciwan li saziya Ciwanan hate dayîn. Beriya ku daxuyanî bê dayîn, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Axîn Gokalp ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Komploya 9’ê Cotmehê 26 sal li pey xwe hişt. Pêvajoya Komploya Navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an de destpêkirî û li ser bê çareserkirina pirsgirêka Kurd hate avakirin wek operasyonek ji bo berjewendiyên hêzên global derbasî dîrokê bû. Ev 26 sal dibin ku di encama vê komployê de Rêber Apo di greva Îmralî de di nav tecrîdekê mutlaq de ye.

‘Rêber APO bi komployekê plankirî dîlgirtin’

Komploya ku armanca vê îmhakirina Rêbertiya me bû, di esas de di sala 1996’an de hat destpêkirin. Lê pêşdedîtinên Rêber Apo vê komployê bê bandor hişt. Di heman deme de rêheval Zilan xeteriya li ser Rêber Apo bi kurahî fêm kir û bi çalakiya fedayî bersiva herî mezin da komplogeran. Hêzên desthilatdar ji ber ku fikren Rêber Apo li pêşiya planên xwe astengî dibinin xwastin Rêber Apo bê bandor bikin. Ji ber ku tekoşina Rêber Apo tene gele Kurd ji qirkirinê rizgar nekir; heman deme de ji bo gelen cihanê jî riya azadi û rizgariyê vekir. Li ser vî esasî di pêşengtiya Amerika, İsrail, İngiltere û Awrupayê de hemû netew- dewlet xwe kirin yek û Rêber Apo bi komployekê plankirî dîlgirtin.

Lê gele Kurd vê komployê ti carî hasim nekirin û wekê rureşiya heri mezin a li ser mirovahiyê girtin dest. Ji ber wê jî tekoşina li dijî komployê wek bingeha tekoşina azadiya gelan hat destgirtin. Ji zindanan bigrin, heta li kolanên Ewrûpayê, bi dehan jin û ciwan ên ku bi tu awayî komployê qebûl nekirin, bedena xwe dan ber agir û xwe li derdora Rêber Apo kirin xelek. Gelê Kurd û dostên Kurdan nişan dan ku azadiya wan bi azadiya Rêber APO ve girêdayiye û heta Rêber Apo di greva Îmrali de be, ne pirsgirêka Kurd ne jî pirsgireka gelen bindest çareser nabe.

‘Em ê bi çalakiyên xwe pergala tecrîdê bişkînin’

Îro em dibînin ku têkoşîna li dijî komployê gihîştiye asta kûrewî. Pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ qonaxekê nû a têkoşîna li dijî komployê ye û ev qonax her diçe mezinttir û berfirehtir dibe. Wek Tevgera Jinên Ciwan em jî diyar dikin ku wek fedayiyên Apo’yî, ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo em ê di çerçoveya vê kampanyayê de têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê bi xurtkirina rêxistinbûyina xwe û bi çalakiyên xwe pergala tecrîdê bişkînin û bigihîjin fîzîkî azadiya Rêber Apo.

‘Rêber Apo xeta me ya sor e’

Li ser van esasan em di serî de Komploya 9’ê Cotmehê û hemû hêzên ku deste wan di vê komployê de heye, bi tundî şermezar û rureş dikin. Em careke din hemû Şehîdên ‘Hûn nikarin Roja me Tarî bikin’ bi rêzdarî bîr tînin û soza armanca wan gihandina serkeftinê didin. Di heman demê de em hêzên hevkar û xiyanetkar ku di kûrbûyin û dirêjkirina tecrîdê re rol dileyzin jî hişyar dikin; Rêber Apo xeta me ya sor e, ger zererê herî piçûk bigehîje Rêbertiya me, em ê bi rêbaza pêwist hesabê vê yekê bipirsin. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna li dijî komployê bi rihê seferberî bigihînin serkeftinê û heta azadiya fizikî a Rêber Apo em bidestnexin, wek jinên ciwan em ê her li qadan bin.”

Daxuyanî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo', 'Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ û ‘Bimre Xiyanet’ bi dawî bû.