Jinên ciwan ên Şengalê li ser xeta Bêrîtan xwe perwerde dikin
Jinên ciwanên Şengalê ji bo bîranîna Gulnaz Karataş binasnav Bêrîtan Hêvî perwerdeya bikaranîna çekê dîtin.
Şengal– Ji bo bîranîna Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî Yekîtiya Jinên Ciwan ê Êzidî (YJCÊ) ên ji gundê Borikê perwerda bikaranîna çekê dibînin. Ji gundên Boikê û Guhbel 8 jinên ciwan tevlî perwerdê bûn. Perwerde ji seatên sibehê heyanê seat 11 nîvro berdewame. di perwerdê de jinên ciwan hînî karanîna çekê û nîşan girtinê dibin.
Ciwan a Êzidî ya ji gundê Guhbel Xezal Xeyro da zanîn ku ji bo fermanek din bi ser wan de neye divê hemû jinên Êzidî xwe fêrî karanîna çekê bikin û wiha got; “Ev perwerde gelekî girînge. Em kêfxweşin ku hetine fêrî çek karanînê bibini da ku bikarin xwe û civaka xwe ji fermanan biparêzin. Ji bo vê lazime hemû jinên Êzidî bi taybet jinên ciwan beşdarî perwerdeyên wiha bibin. Niha jî hêza me ya YJŞ heye, ew ji bo me mînakên parastinê ne. Xeyala me ewe ku em jî rojekî xwe bi awayekî baş fêrî çek bikin da ku bikarin welat û rumeta xwe biparêzin. Hevala Bêrîtan tu car teslîmiyetê qebûlnekir. Ji bo ku teslîm nebe çeka xwe şikand û xwe ji zinaran avêt. Em jî li ser xeta berxwedaniyê, xwe fêrî çek dikin û daxwez dikin ji hemû jinên Êzidî ku biherikin perwrdeyên bi vî awayî bibînin.”