Jinên Ciwan ên Şengalê ji bo piştevaniya Mexmûrê meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijîhewildana artêşa Îraqê ya dorpêçkirina wargeha penaberan a Mexmûrê û êrişên li ser Şengalê Meşeke girseyî li darxist.

Şengal - Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li Navçeya Sînunê ya girêdayî Şengalê bi beşdar bûna sedan kesên Şengalê li dijî hewildana artêşa Îraqê ya dorpêçkirina wargeha penaberan a Mexmûrê û êrişên li ser Şengalê meşek girseyî li darxistin. Meş li ber avahiya Meclisa Gel a Sinûnê destpê kir û heta çerxêreya Mam Zekî dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bimre Îxanet’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’, hatin berz kirin.

Daxuyanî li Çerxerêya Mam Zekî ya Navenda Sînunê ji aliyê Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Ferduz  Avesta ve hate xwendin.

‘Berxwedana gel wê bi serbikeve’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrişên bi balafir ên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê berdewam dikin û gelê me yê sivîl dikin hedef. Her wiha niha li ser xelkê Mexmûrê jî êriş hene û dixwazin derdora wan têl bikin. Ev êriş li hemberî paradîgmaya Rêber Apo ye. Em wek Jinên Ciwan ên Şengalê û hemû ciwanên Êzidî ger ev rewş dewam bike emê li ber xwe bidin û tevlî berxwedaniyê Mexmûrê bibin. Emê bi têkoşîna xwe rê nedin ku planên dijmin li ser gelê me pêk bên. Ji ber ku êrişên li ser Mexmûrê, êrişên li ser Şengalê ne û ji hev ne qûtin. Sala borî di van rojan de bi hemû hêza xwe êrişî ser Şengalê kirin û xwestin gelê me bê îrade bikin. Çawa sala borî bi berxwedaniya xelkê Şengalê êrişên dewleta Iraqê hatin têkbirin wê li Mexmûrê jî ev hewildan bê valederxistin û berxwedaniya gel wê bi ser bikeve.”

Meş bi diruşmeya Bê Serok Jiyan Nabe, Jin Jiyan Azadî, Bijî Berxwedana Mexmurê’ bi dawî bu.

‘Emê têkoşîna xwe dom bikin’

Endama Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Korkorkî wiha got: “ Em weke jinên Şengalê îro Ji bo piştgirtiya meşa Jinên ciwan amede bûn. Îro em tev ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo li virin weke gelê Şengalê em azadiya xwe di ya Rêber Apo de dibînin. Me xwe bi Rêber Apo naskir û bi ronahiya fikrê wî em îro tekoşîn li dijî her cure koletiyê didin meşadin. Heya Rêber Apo weke Fizikî Azad nebe em jî wê tekoşîna xwe bidin meşandin.”

‘Em li gel gelê Mexmûrên e’

Emîra Şengalî derbarê hewildana artaşêa Îraqê ya dorpêçkirina wargeha penaberan a mexmûrê de wiha got: “Ferqa Şengal, Rojava û Wargeha Mexmûr nîne. Em tev bi fikrê Rêber Apo xwe rêxistin dikin ji ber vê êrişî me dikin. Lê em dixwazin gelê wargeha Mexmûr bizane ku em li gel wanin û em berxwedana wan silav dikin em ê serbikevin.”