Jinên ciwan ên Şengalê: Em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin

Beşdarên Konferansa Jinên Ciwan ên Şengalê, biryardariya xwe ya ji bo bihêzkirina rêxistinbûna xwe wiha anîn ziman: “Jinên Êzidî rastî 74 fermanan hatin û niha jî şerekî mezin li ser hemû jinan tê kirin. Em ê li hemberî vê şerî rêxistina xwe mezin bikin.”

BÊRÎVAN ÇIYA

Şengal – Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê yekemîn konferansa xwe di 10’ê Çileyê de bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî em ê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin” li dar xist. Konferansa Jinên Ciwan bi beşdariya jinên şiî, sunî û jinên Êzidî di saetên sibehê de li Meclisa Gel a Xanesora Şengalê dest pê kir û heta saet 5’ê  êvarê berdewam kir. Zêdetirî 70 delege ji ciwanên Ereb û Êzidî beşdarî konferansê bûn.

Jinên Ciwan di konferansê de diyar kirin ku ew ê bi silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin û sala 2025’an bikin sala azadiya Ocalan û sala azadiya hemû jinên dîlgirtî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de.

‘Em ê li hemberî vî şerî rêxistina xwe mezin bikin’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Şîlan Şengalî, li ser armanca konferansê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Di kesayeta şehîd Sara de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê yekemîn konferansa xwe li dar xist. Jinên Êzidî rastî 74 fermanan hatin û niha jî şerekî mezin li ser hemû jinan tê kirin. Ev şerê cîhanê yê sêyemîn e û bi şêwazên kuştin, destdirêjî û her wekî din tê meşandin. Em ê li hemberî vê şerî rêxistina xwe mezin bikin. Em jinên Êzidî dibêjin her jina ku pêwîstiya wê bi alîkariyê heye, li ku dibe dibe bila bibe û ji kîjan neteweyê dibe ferq nake, em ê xwe bigihîjîninê û alîkariya wê bikin.”

‘Divê jinên ciwan xwe birêxistin bikin’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Şîlan Şengalî bang li hemû jinên ciwan kir ku ji bo yekitiya jinan û azadiyê riya perwerdeyê ji bo xwe esas bigrin û wiha got: “Biryara me ya sala nû wek Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê ew e ku bi felsefeya Rêber Apo em ê xwe perwerde bikin û di nava civakê de kar û xebatan birêve bibin. Banga min ji hemû keçên me yên Êzidî re heye, bi taybetî keçên ku zilm û zorê ji destên çeteyan dîtine, bila bên û li ser fikrên Rêber Apo xwe perwerde bikin û birêxistin bikin. Em ê hemû weke Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi têkoşîna hevbeş hemû zincîrên koletiyê bişkînin û jinan ji bindestiyê xilas bikin.”

‘Konferansa Jinên Ciwan hêzê da hemû jinên Êzidî’

Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Ferîde Şengalî konferansê li jinên dîlgirtî û hemû jinên azadîxwaz pîroz kir û wiha got: “Di serî de em vê konferansê li Rêber Apo pîroz dikin, li hemû jinên dîlgirtî û keçên Êzidî pîroz dikin. Konferanseke xweş û bihêz bû, ji bo me hemûyan bû cihê hêz û moralê. Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo me hêzeke mezin bû ev konferans. Heta dawiyê em ê piştevaniya jinên ciwan bikin. Konferans bi nêrînên ciwanan û nirxandinên cihêreng heta dawiyê berdewam kir. Ev konferans ji bo hemû jinên Êzidî yên li Şengalê û di kampan de pir girîng bû. Salane zêdetirî 15 jin xwe dikujin an tên kuştin. Gelek jinên ciwan ji baweriya xwe tên dûrxistin. Bêguman ev konferans wê bibe wesîle ji bo ku rêxistina jinên ciwan bihêz bibe û pêşî li van pirsgirêkan were girtin.”