Jinên ciwan: Em heta dawiyê li pey gotinên Rêber Apo ne

Jinên ciwan ên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, balkişandin li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ewe bi vê giyanê pêşwaziya 8’ê Adarê bikin.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27’ê Sibatê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina xwe ya sêyemîn pêk anî. Şandeyê piştî hevdîtinê, li Stenbolê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rayagiştî re parve kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe ya dîrokî ya ‘Aştî û Civaka demokratîk’ gavek nû da destpêkirin.

Jinên ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, diyar kirin ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê gelek girîng e û dan zanîn bi vê rihê pêşwaziya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bikin.

‘Banga Rêber Apo bangek dîrokî ye’

Jina ciwan Şîlan Budak, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek girîng e û wiha axivî: “Rêber Apo rêberê gelê Kurd û mirovahiyê ye û ji bo gelê Kurd bû ronahiya têkoşînê. Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê xwedî mîsyonek girîng e. Rêbertî li dijî modernîteya kapîtalist û pergalên 5 hezar salî têdikoşe. Banga Rêber Apo bangek dîrokî ye û em wek jinên ciwan heta dawiyê li pey gotinên wî ne.”

Şîlan Budak, balkişand ser têkoşîn û berxwedaniya jinan û wiha got: “Rêber Apo girîngiyek mezin dide jinan û hewil dide jin û civakek azad biafirîne. Dîrok bûye şahîde bi hezaran têkoşînên jinan. Ne têne rojek her roj roja jinan e. Lewma jin di nava civakê de xwedî rol û mîsyonên mezin in. 8’ê Adarê roja berxwedan û têkoşînê ye. Jin bi rihê Bêrîtan, Zîlan û Sarayan têdikoşîn. Xwedî derketina vê rojê sembolek parastina berxwedanên jinan e.”

Şîlan Budak, banga xwedî derketina li tekoşîna jinan kir û wiha pê de çû: “Jin ji bo şikandina qalibên 5 hezar salî têdikoşîn, lewma divê em wek jinên ciwan xwedî li têkoşîn û berxwedana wan derkevin. Ev yek erk û berpirsyartiyên me yên sereke ne.”

‘Em wek jinên ciwan heta dawiyê li pey gotinên Rêber Apo ne’

Jina ciwan Qeder Apaydin jî, diyar kir ku wek jinên ciwan bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kêfxweş bûne û got: “Em wek jinên ciwan heta dawiyê li pey gotinên Rêber Apo ne û çi ji me bê xwestin em ê bikin. Wek gelê wargehê piştî bi salan dîtina wêneyê Rêber Apo cihê kêyfxweşiyek mezin e.”

Qeder Apaydin, da zanîn ewê bi kêfxweşiyek mezin pêşwaziya 8’ê Adarê bikin û wiha axivî: “8’ê Adarê ji bo jinan rojek girîng e. Jin bi rojane li dijî êrîş, qetilkirin û destdirêjiyê têdikoşîn. Jin şaneya bingehîn a civakê ne. Pêwîst e em li gorî paradîgmaya Rêber Apo nêzî nasnameya jinê bibin û ji bo azadiya xwe têbikoşîn. Jin tevî hemû êrîşan jî dev jî têkoşîna xwe bernadin. Em jin hene û emê hebin. Emê bi cil û bergên xwe yên Kurdî û çanda xwe, pêşwaziya 8’ê Adarê roja jinên cîhanê bikin.”