Jinên cezayirî cereke din xwepêşandan li dar xistin

Meşên tevgera gel li Cezayîrê ku piştî qutbûna zêdeyî 11 mehan pêk tên bi pêşengiya jinan pêk tên û ji bo mirovahiyê peyamek cîhanî di nava xwe de dihewînin. Di meşê de banga azadî, wekhevî, hevgirtin û aştiyê hat kirin.

Cezayîr – Di 26'ê Sibatê de jinên li Cezayirê careke din li ber Zanîngeha Navendî ya Bin Yûsif Bin Xeda xwepêşandan li dar xistin û daxwaza mafên xwe kirin. 
Di 22'ê Sibata 2019'an de xwepêşandanên gel hatibûn lidarxistin, vê yekê serok Ebd El- Ezîz boteflîqa naçar kir ku dev ji postê xwe berde.
Jinên Cezayîrê yên ji gelek sazî û rêxistinen femînîst pêk tê, li navenda Qada Morîs Odan, dirûşm, pankart û wêneyên çalakvan û parêzvanên mafên jinan hildan.
Xwepêşander, li dora maydana jinan kom bûn û bi gotinên; jinên Cezayirî azad in, dewleteke sivîl ne leşkerî bi yek dengî qîriyan. Her wiha daxwaza wekheviya zayendî û mafên jinan a ji bo jiyana guncav kirn.
Jinan maskeyan li xwepêşanderan belav kirin û ji hemû beşdarên meşê re şîret kirin ku maske bi kar bînin û ji protokola tenduristiyê re rêz bigirin da ku bi coronayê nekevin.
Di 22'ê Sibatê de li gelek bajarên Cezayîrê xwepêşandan bi munasebeta salvegera duyemîn a destpêkirina tevgerê hatin lidarxistin.