Jinên Cezayirê ji bo Delîla Toat a di girevê dene li ser piyanin

Çalakvanê famînîst ên cezayirê di derbarê rewşa girtiya binavê Delîla Toat a di gireva birçîbûnê de dan û destnîşan kirin ku rewaş wê ya giran wan dixe nava fikaran.

NECWA RAHİM
Cezayir –  Dadgeha Mstaxanem a Rojavayê Cezayîrê di sala 2021'an endama Komîteya Niştîmaniya Parastina Mafê Bêkariyê Delîla Toat tewanbar kir û cezayê 18 meh zindan û cezayê hejmarek zêde pere lê birî. Delîla Toat a di Girtîgeha Mistexanim a Cezayirê de tê girtin ji ber şertên giran ên girtîgehê di gireva birçîbûnê dene. Li gorî agahiyên malbat û parêzerên Delîla a di gireva birçîbûnê dene rewşa wê her diçe giran dibe û gotin: “Ji rewşa Delîla yê rayedar berpirsiyarin.”
li gorî Komîteya Parastinê ya ji bo girtiyên tevgera gelên aştîxwaz li ser hesabê xwe yê fesbok ê parkirî dibêjin: "Di aliyê derunî û tenduristî de rewaş Delîla nebaşe.”
Çalakvanên famînîstên Cezayirê di derbarê jinên girtî û tayîbetî Delîla Toat a di gireva birçîbûnê dene daxuyaniyek dan. Rêxistinên feministên cezayirê yên weke; rêxistina famînîstên cezaiyrê ji bo wekheviyê, şebeka wesîla rojane ya famînîstê cezayirê, kombûna giştî, pêşeroja jin, kombûna jinên qesentiya, kombûna jinên cezayirê yên demokratîk, cemhiya malbatên qurbana irhaba el-islamî li gel kesayetên navdar ên weke Sedo, Şerîfa Xidar, Meyas Mesûd tevlî daxuyaniyê bûn. 
Jinan di daxwiyaniyê de ji bo girtiyên bi navê Delîla Toat û Samya Ebd EL-Qadir banga lezgîn kirin û diyarkirin ku rewşa Delîla Toat wan dixe nava fikaran.