Jinên çar parçeyên Kurdistanê daxwaza azadiya endamên RJAK’ê kirin

Jinên çar parçeyên Kurdistanê li welatê Norvecê bi daxuyaniya çapemeniyê daxwaza berdana sê endamên RJAK’ê kirin û kiryarên PDK’ê şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Ev 25 roj in ku sê endamên RJAK’ê yên bi navê Xewle Mehemed Hesen, Ciwana Abdulbaqî û Seyran Ehmed Hesen piştî vegera ji merasîma salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, li benda kontrolê ya Kelekê ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin girtin û heta niha tu agahî der barê endamên RJAK’ê de nayê girtin û yek ji wan endaman jî rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e. Jinên çar parçeyên Kurdistanê li welatê Norvecê, girtina sê endamên RJAK’ê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin û daxwaza azadkirina wan kirin.
“Rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê gelek xirab e”
Jinên çar parçeyên Kurdistanê li Norvecê bi daxuyaniyekê helwesta xwe li dijî girtina sê endamên RJAK’ê nîşan dan û gotin: “Ev kiryarên ku niha PDK dike li dijî mirovahiyê ye. Weke jinên çar parçeyên Kurdistanê daxwaza me ew e ku di demek herî nêz de ev çalakvan werin berdan. Ger neyên berdan em neçar in bi riya rêxistinan û hikumeta Norvecê û cîhan van kiryarên PDK’ê bidin nasîn. Rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê gelek xirab e, rojane jin rastî tundiyê tên û tên kuştin, niha jî tiştek din lê hatiye zêdekirin û jin ji aliyê desthiladariyê ve tên revandin û winda dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de jinan daxwaza berdana sê endamên RJAK’ê kirin û bi dirûşma; ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyanî bi dawî bû.