Jinên Botanê Emîne Şenyaşar ziyaret kirin û piştevaniya xwe nîşan dan

Jinên Şirnexê çûn serdana Emîne Şenyaşar a ku ev 19 roj in nobeta edaletê digire û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya wê û êşa wê par dikin.

 
Riha - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê, Aktivîstên TJA'yê û endamên Meclisa Jinan a HDP'ê i bo destekê bidin Emîne Şenyaşar a ku 19 roj in nobeta edaletê digire çûn Rihayê û li cihê nobetê wê ziyaret kirin. Hevseroka HDP'a Cizîrê Guler Tunç got ku ew li ser navê jinên Şirnexê serdana wê dikin û selamên germ ên jinên Botanê jê re anîn û got; ''Em li ser navê Meclisa Jinan a Şirnexê hatin. Di navbera me de dayikên wekî te hene ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane. Em jî li dijî bêdadiyê li dadê digerin. Heta ku dad bi cih were em ê destekê bidin te. Em êşa te pir baş dizanin û parve dikin. Daxwaza te ya dadê ya me hemûyan e.''
Emîne Şenyaşar jî got dad nîne û wiha domand: ''Tenê zilmê li me dikin. Min ji zilmê pê ve tiştekî din nedît. Ev 19 roj in li vir rûdinêm, heta ku qeydên komkujiya li nexweşxaneyê derxînin ez ê rûnêm. Çima qeydan parve nakin. Heta ku dad pêk were, heta ji destên min were ez ê têbikoşim, bila min jî bigirin. Min bikujin jî dev ji daxwaza dadê bernadim. Kurê min bi bêhiqûqî girtine, çi ji kurê min kirin? Heke sûcdar be bila me hemûyan bigirin.''