Jinên Botanê bi şiara 'Bi vî rengî nameşe’ dê li qadan bin
Jinên Botanê ku îsal 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz bikin, bi rojevên pandemî, qirkirina jinan û tecrîdê, xebatên xwe bênavber didomînin. Jinên ku mal bi mal kolan bi kolan digerin di çalakiyên ku hefteyek bidomin de armanc dikin ku xwe bigihîjînin gelek jinan.
Sêrt- Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Em li dijî tecrîdê azadiyê û li dijî qirkirina jinan jiyanê diparêzin" duh li Sêrt û Hezexê starta çalakiyên 8'ê Adarê dan.
Piştî starta 8’ê Adarê dê çalakiyên li bajarên Şirnex, Batman, Amed, Riha û Mêrdînê hefteyek berdewam bikin. Ev çalakî dê 1’ê Adarê dest pê bikin. Armanca jinan ew e ku di sala dawî de li dijî komkujî û mêtingeriya jinan bi ruhê têkoşînê dakevin qadan. Jinên ku wê 8’ê Adarê bi vî ruhê têkoşînê tacîdar bikin, wê gund bi gund, mal bi mal bigerin û kar bikin.
"Em ê li dijî qirkirina jinan li qadan bin"
Endama Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aycan Dayanan diyar kir ku li herêmê, piştî starta 8’ê Adarê hat dayin di nava jinan de heyecanek mezin heye û ew ê bi heman kelecanê li qadan bin. Aycan Dayanan diyar kir ku ew ê îsal 8’ê Adarê bi gelek daxwazan pîroz bikin û wiha domand; “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ji bo me gelek watedar e. Em rojek salê pîroz dikin û dixwazin wê rojê têkoşîna xwe bi hev re nîşan bidin. Ji 8’ê Adarê tenê hêviyek me heye, ya ku me xist rojeva xwe qetilkirina jinan û tecrîd e divê tecrîd were rakirin û jin neyên qetilkirin. Weke Meclisa Jinan a HDP'ê, em ê tevahî hefteya 8'ê Adarê çalakiyan organîze bikin. Em mal bi mal, kolan bi kolan digerin û jinên xwe vedixwînin çalakiyên ku em ê bi rê ve bibin. Em neçar in ku van rojan bi hev re bin. Pêşî divê jin li dijî dewleta serdest a mêr yekane hêz be. Hêz ji yekbûnê tê. Ger em jin derkevin qadan û dengê xwe li qadan bilind bikin, em ê dewleta serdest a mêr bişkînin. Em hewce ne ku hişyariya civakê û taybet hevalên jin ên ciwan, raber bikin. Divê ew hay ji pir tiştan hebin da ku xwe li hember tirs û polîtîkayên şer ên dewletê biparêzin. Ji ber vê yekê ez ji vir bang li hemû jinan dikim; netirsin. Em jinên Botan bi sedsalan e têdikoşin. Ger hewce be, em ê sedsalek din jî şer bikin. Em ê bi tu awayê serî li ber zilmê netewînin. Em ê li dijî qirkirina jinan li qadan bin."
"Em ê tekoşîna salek bi 8’ê Adarê tacîdar bikin"
Aktîvîsta TJA'yê Gulistan Sînûk têkildarî 8'ê Adarê wiha got; “Bi şîara “Îsal, li dijî qetlîamên jinan û li dijî tecrîdê 8’ê Adarê pîroz bikin." Di hefteya 8’ê Adarê de her bajarek bernameyek danî. Em ê jî li Batmanê, di 1’ê Adarê de starta xwe dibin. Em ê gund bi gund bigerin û bi jinan re hevdîtinê bikin.
Fînala me dê cejna ku em ê bi jinan re bikin be. Em ê biçin serdana esnafên jin û qerenfîl belav bikin. Ji roja yekem ve heta niha 8’ê Adarê bi awayekî pir mezin tê pîrozkirin. Lê îsal ji salên din cudatir e. Salek e, jin hem li dijî dewletê hem jî li dijî zilam têdikoşin. Em dikarin bêjin ku ev sal bû sala têkoşînê. Em ê di 8’ê Adarê de vê têkoşînê tacîdar bikin. Di vê pêvajoyê de, dewlet li her derê êrîşî hemû saziyên jinan dike. Ew dixwazin jinan tune bikin û dengê wan dernekeve. Lê di 8’ê Adarê de, em ê careke din nîşanî wan bidin ku ew negihîştine armancên xwe."
Ji bo jinan bang pîrozkirina 8’ê Adarê
Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Fatma Ablay jî bi van gotinan bang li jinan kir; “Em ê 8’ê Adarê li sê jinên ku berxwedana xwe bilind kirin û tekoşîna jinan a ku heya îro maye pîroz bikin. Em ê li dijî van tacîz û tecawizan bisekinin û nasnameyên xwe biparêzin. Em ê têkoşîna xwe bi hev re li 8’ê Adarê mezin bikin. Em ê li dijî sûcên jinan li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Çima ez vana dibêjim ji ber ku her kes hay ji kuştin û destdirêjiyên li welat heye. Ev wiha naçe, em ê tu carî dev jê bernedin. Hemû dewlet jî hêza jinan dizanin. Em ê li her deverê vê hêza xwe nîşan bidin ” û bang li hemû jinên Botanê kir ku beşdarî çalakiyên ku tên lidarxistin bibin.