Jinên bi lêdanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan

Jinên ku beriya doza jê tên darizandin dest pê bike xwestin daxuyaniyê bidin bi lêdanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

 
Enqere - 33 jinên ji ber li dijî betalkirina Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibûn hatibûn binçavkirin, derbarê wan de doz hat vekirin. Beriya daneşîna doza 33 jinan a dê li 28'emîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Enqereyê bê dîtin, jinên ku ji dozê dihatin dariznadin û Platforma Jinan a Enqereyê xwestin li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin rastî êrîşa polîsan hatin û bi lêdanê ew binçav kirin. 8 jinên endamên Platforma Jinan a Enqerê piştî karê wan li navenda polîsan qediya serbest hatin berdan.  
Navê jinên hatin berdan wiha ne: Buse Uçer, Aysun Gençtanir, Gulçîn Polat, Sîbel Goktaş, Esma Çaglak, Îlay Kadîroglu û Sila Yilmaz e.