Jinên bi darbkirinê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
Endamên Platforma Jinê yên xwestibûn daxuyaniya çapemeniyê bidin û bi lêdana polîsan hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Enqere - Rêxistinên ked û karkeran, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera Berxwedana 15-16’ê Hezîranê, li ber Peykerê Madencî ya li Kizilay a Enqerê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê, polîsan êrişî wan kiribûn û gelek kes bilêdanê binçav kiribûn. Polîsan li gelek jinan dabûn û ew kiribûn bin çavan. Kesên di mudaxileya polîsan de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Dûre Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Vezîr Coşkûn Parlak jî di nav de 6 kes hatibûn biçavkirin û biribûn Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. 6 kesên ku îfadeyên wan hatin girtin, dûre serbest hatin berdan.
Navê kesên hatin berdan wiha ne: Aysun Gençtanir, Dilan Mollaahmetoglu, Buse Uçer, Esma Çaglak, Sena Bademli, Nisan Çira, Asli Saraç, Îlay Kadiroglu, Duru Gurkok, Nebiye Mertturk, Asya Derin, Emel Vural, Nupelda Çelik û Tugba Koçer.