Jinên beşdarî Newroza Depê bûn: Divê em her dem li kêleka hev bin

Jinên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Depa Xarpetê starta wê hat dayîn bûn ev peyam dan: “He em hebin, wê agirê Newrozê were vêxistin. Divê her dem em li kêleka hev bin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Xarpêt-Starta pîrozbahiya Newroza îsal ku bi dirûşma ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ di 15’ê Adarê de li warê Mazlum Doxan li navçeya Depa Xarpêtê bi beşdariya hezaran kesan hate dayîn. Di pîrozbahiya ku jin bi cil û bergên xwe beşdar bûn de, dem bi dem dirûşma ‘Jin jiyan Azadî’, ‘Biji berxwedanan zindanan’ bilind kirin. Bi hezaran li dora agirê Newrozê govend gerandin, Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Parlamentera Dêrsimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kurdu û jinên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn hestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Newroz a hemû gelên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê tune tên hesibandin e’

Ayten Kordu diyar kir ku cejna Newrozê, Newroza hemû gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê tune tê hesibandin e û got: “Me cara yekem agirê Newrozê li vê derê bi gel re pêxist. Em li warê hevalê Mazlûm in. Ji Zekiye Alkanan heta Rewşenan em hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi saya têkoşîna wan, îro em Kurd û Elewî têkoşîna xwe berdewam dikin. Em hemû havalên di vê têkoşînê de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.”

‘Agirê têkoşîna bi milyonan berdewam dike’

Ayten Kordu da zanîn ku ev pêvajoya niha ji bo wan pêvajoyek gelek girîng e û wiha domand: “Agirê Newrozê îro li gelek cihên Kurdistan û Tirkiyeyê tê pêxistin. Newroz ji bo gelê Mezopotamyayê cejna têkoşîna azadiyê ye. Em dê vê cejnê de çirayan pêdixin. Ev agirê azadiyê, wekheviyê û agirê têkoşîna me ye.” Ayten Kordu amaje bi wê yekê kir ku agirê vê têkoşînê ku beriya salan dest pê kiriye îro bi milyonan berdewam dike û ev tişt got:

“Newroz ne tenê ya gelê Kurd e, ya bi milyonan kesên têkoşer e. Di Newrozê de em ê vî agirî geştir bikin. Newroz têkoşîn û berxwedana me hamûyan e. Ev ne tenê sembolek e. Mîraseke ku her roj di pratîk û têkoşînê de xwe dide nîşandan. Gelê Kurd û gelên ku têdikoşin, her roj ji bo azadiya xwe dimeşin. Îro ev agirê li vê derê geş dibe, nîşaneya heqîqetê ye. Ev têkoşîna ku ji vê derê dest pê kiriye wê belavî her derê bibe.”

‘Her dem bila em li keleka hev bin’

Zîn Bingol jî got: “Ev agir di dilê me de geş dibe û ev germahî, ez di wê hêviyê de me bi her kesê re heye. Bila Newroza Mazlum Doxan pîroz be. Wê Newroza îsal bibe cejna serkeftinê. Bila gel dest bidin destên hev, bila em di hilbijartinên herêmî de li her derê qezenc bikin. Îro roja têkoşînê ye. Divê em Kurd dest ji yekitiyê bernedin. Bila em her dem li kêleka hev bin.”

‘Têkoşîna Mazlum Doxan temînata hebûna me ye’

 Suna Şahîn jî da zanîn ku Newroz ji bo wê tê wateya aştî û biratiya gelan û ev tişt got: “Têkoşîna ku em didin meşandin jî ji bo vê ye. Divê gelê Kurd bibe yek. Divê em serê xwe li tu cihan netewînin. Ger gelê Kurd bibe yek wê ji heqê hemû zextan derkeve. Di demên borî de di vê der barê de pratîk hene. Em jî îro ji bo yekitî û azadiyê hatine qadê.”

Suna Şahîn destnîşan kir ku govenda digerînin govenda têkoşînê ye û ev tişt anî ziman:

“Ev têkoşîna Mazlum Doxan e. Ji ber wê ev agirê ku hatiye vêxistin bi salan e berdewam dike û heta em hebin wê berdewam bike. Hilbijartinên herêmî nêz dibin divê Kurd di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bidin xwe. Divê îradeya xwe derxin holê. Divê em hemû piştgiriya partiya xwe DEM Partî bikin. Divê di her qadê de em gel bi rêxistin bikin û qezenc bikin.”