Jinên beşa tibê ya Zanîgeha Rojava piştgirî dan jinên Hindistanê

Meclisa Jinan û beşa tibê ya Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedanan jinên Hindistanê.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava û beşa tibê ya Zanîngeha Rojava têkildarî bûyera tecawiz û qetilkirina bijîşka jin a stajyer li Hindistanê, li ber avahiya Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Meclisa Jinan, xwendekar û mamosteyên beşa tibê ya Zanîngeha Rojava hat dayîn. Di daxuyaniyê de xwendkaran pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” rakirin. Daxuyanî ji aliyê xwendekara beşa tibê Hemrîn Ehmed ve hat xwendin.

‘Siyaseta detdirêjiyê di meriyetê de ye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zilm, zordarî, tundî û kuştin li her devera cîhanê li ser jin û zarokan bênavber tê meşandin, jinan her dem li hemberî desthilatdar û çanda destdirêjiyê serî hildane û wiha hat gotin: “Li ser asta cîhanê her diçe berxwedana jinan digihîje hev, ji Jîna Emînî heta bijîjk. Moumita Debnath siyaseta kuştin û destdirêjiyê bi îsrar di meriyetê de ye. Ji Şengalê heta Ukraynayê, ji Efrînê heta Efxanistanê, ji Îranê heta Hindistanê bi hezaran jin bi destdirêjiyê hatin qetilkirin.”

‘Jin bê ewlehî kar dikin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 9'ê Tebaxê de li Hindistanê hempîşeyeke wan Moumita Debnath li nexweşxaneya ku tê de kar dikir, bi destdirêjiyeke hovane hatiye qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Bi deh hezaran jinên Hindistanê li hemberî vê qetilkirinê qad tije kirin û çalakiyên xwe bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind kirin. Li Rojhilata Navîn û cîhanê jin bê ewlehî û bê parastin di saziyan de kar dikin, di hemû qadên jiyanê de bê parastin dimînin. Em piştgiriya xwe ji bo berxwedana jinan nîşan didin. Divê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bêdeng nemînin divê li hemberî qetilkirina jinan rawestin û parastina wan pêk bînin.”