Jinên berxwedêr di hedefa hikumeta Îranê de ne
Zextên li beramberî jinên ku bejdarî serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûne berdewam dike. Rejîma Îranê di der barê gelek jinan de cezayê girtin û girtîgehê dane.
Navenda Nûçeyan- Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî destpêkirî li beramberî hemû zext û êrîşan berdewam dike. Rejîma Îranê jinên ku bejdarî xwepêşandanan bûne digrin û cezayê giran didin wan û dixwazin gavan bi wan bidin şûnde avêtin. Lê belê jin jî ji daxwaza xwe ya guherîna rejîmê gav şûnde ne avêjin.
Piştî cezayê girtîgehê bi kefalet hat berdan
Dadgeha Devrîmê ya Îranê bi hêceta ku ji ber çalakvana sivîl Fereşta Mansuri bejdarî xwepêşandanan bûye 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Hêzên ewlekariya Îranê di 23’ê Cotmehê de çalakvana sivil, çiyager û beşa kelu pelên tibî temamkirî Fereşta Mansuri ji ber bejdarî serhildanên gel bûye hate girtin. Fereşta Mansuri ji aliyê şûbeya yekem ya dadgeha Devrîm ve cezayê girtîgehê yê 3 sal û 6 mehan lê hat birîn. Li Îlamê di şûbeya şeşem ya dadgeha Temyiz cezayê 5 meh yê girtîgehê lê hat birîn. Heta ku kar û barê Fereşta Mansuri temam bû û bi kefaleta 550 milyon tumenê Îranê hate berdan.
Berê hatibû revandin
Fereşta Mansuri, ku bûye wasifê zarokekê, li Tebrîzê di rojê dibîstanê di sala 2008’an di dema protestoyan hatibû girtin û demekê ji perwerdeyê hatibû dûrxistin. Di xwepêşandanên 2018’an de Fereşta Mansuri ji aliyê istixbarata muhafizên Devrîmê ve hatibû revandin. Piştî lêpirsînek dirêj hatibû berdan.
Nayê zanîn ku Sarwa Pour birine kuderê
Dûh endama çandî ya Nojeen û weqfa civakî Sarwa Pour Mohammadî li Sana ji aliyê hêzên rejîma Îranê hate girtin û nayê zanîn ku ka birine kuderê. Gef û zextên hêzên ewlekariya Îranê li dijî endamên weqfan di van rojê dawî de zêde bûye.