Jinên Bengladeşî berxwedana li Îranê silav kirin

35 jinên Bengladeşî yên ku peyama piştevaniyê weşandin, berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' ya li Îran û Rojhilatê dewam dike silav kirin û bertek nîşanî polîtîkayên çewisandinê yên dewletê dan.

Navenda Nûçeyan – Siyasetmedar, hiqûqnas, lêkolîner û aktîvîstên Bengladeşî jî di nav de 35 jinan peyama hevgirtinê dan û berxwedana jinên Îran û Rojhilat silav kirin. Di peyama ku tê de îmzeyên jinên çalakvanên navdar ên Bangladeşî yên wekî profesorê Zanîngeha Dakayê Gitî Ara Nasreen, nivîskar Rahnuma Ehmed û Yarin Yan Ran jî hebûn de, girîngiya hevgirtinê hate destnîşankirin.

Li hemberî zextan bertek

Jinên Bengladeşî bi rexnekirina polîtîkayên çewisandinê yên dewleta Îranê yên li dijî serhildanan, xwestin demildest dawî li kuştin, revandin, binçavkirin, girtin û lêpirsînên bi îşkenceyê bê anîn û xwestin ku darvekirin bê nîqaş bê rawestandin. Di peyamê de her wiha hate gotin ku di dema xwepêşandanan de hedefgirtina sivîlan bi taybet zarokan ji aliyê polîs û leşkerên Îranê ve hovane ye.