Jinên Başurê Kurdistanê: Li hemberî dagirkeriyê rabûn peyîwira me teva ne

RJAK, dayikên Şehîdan û Dayikên Laçîk Spî bi daxuyaniyekê dan diyarkirin ku ew li diji êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê pîştgiriya şervanên azadiyê dikin.

Kerkuk - Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK), dayikên Şehîdan û Dayikên Laçik Spî pîştî ku Kongreya xwe ya 5’emîn li darxistin, dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Başûrê kurdistanê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê mamostaya Zanîngehê Wijdan Nuredîn ve hat dayîn
“Ji dagirkeriyê re na”
 Mamosta Wijdan got: “Kombûna me ya li vêderê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Îraqê ye. Em bejna xwe li ber şehîdên ku xaka Başûrê Kurdistanê parastine li ber şervanên azadiyê ditewînin û weke dayikê Başûr pişrtgiriya xwe ji bo şervanên ku li çeperên şer de xaka me di parêzin tînin ziman.  Weke dayik vê dagirkareya ser xaka me tê kirin em na pejirînin. Amadebûna me ya li vêderê ji bo nîşandana rola xwe ya ji bo niştimaniya Kurdistanê ye. Em minetdarê keda şervanên xwe ne, hûn sembola azadiya Kurdistanê û parastina xaka niştimanin. Em carek din dibêjin ji dagirkeriyê re na, bijî yekitiya Kurdan, bijî parêzvanên xaka Kurdistanê.”   
Daxuyaniya çapemeniyê bi duruşmên “Bimre Îxanet”, “Şehîd Namirin” û “Bijî yekîtiya Kurdan” bi dawî bû.