Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava bang kirin
Li Silêmaniyê Koma Jinên 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihandin û bang li hemû xelkê Başûrê Kurdistanê kirin ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.
Navenda Nûçeyan- Li bajarê Silêmaniyê Koma Jinên 25’ê Mijdarê ku ji komek jinên Başûrê Kurdistanê pêktên, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.
Di daxuyaniyê de jinan ragihand ku ew piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê radigihînin û gotin: “Em bang li hemû xelkê Başûrê Kurdistan, aliyên siyasî dikin ku bihevre piştgirî û alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin.”