Jinên Başûrê Kurdistanê daxwaza mafên jinên Afganistanê kirin
Hevpeymana jinên Kurdistanê bi mebesta parastina jin, keç û çalakvanên Avganistanê, gelek civîn li dar xistin û daxwaza parastina mafên jinên Afganistinê kirin.
LAVE KURDE
Hewlêr- Piştî ku Afganistan bi temanî ket destên Talîbanê, destpêkê mafên jinan hatin desteserkirin, di nava xebatan û gelek cihên din de hatin qedexekirin, di nava wan de heta ji malê derketina derve ya jinan bi tenê û wergirtina cilan bi xwesteka xwe jî heye. Talîbanê jin pêçan û divê li gel mêrek û pêçayî derbikevin ji derveyî malê û her wiha di nava hikumetê de cih nehat dayîn, wezareta kar û barên jinan jî hat rakirin.
Bi gelek saziyan re hevdîtin hatin kirin
Der barê vê bamafiya ku Talîban li jinên Afganistanê dike de endama hevpeymaniya jinên Kurdistanê û rêvebera Rêxistina Dabîn Dilsoz Zengene ji ajansa me re axivî û got: “Weke hevpeyman em li ser asta hemû Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê me çend caran li gel ofîsa UNAMI, li gel Edît Nagy berpirsa mekteba mafên mirovan, li gel cîgira Sefîrê Biritanya Jamie Hamill, Henar Meruf em civiyan. Li ofîsa Yekitiya Avropayê Alessandro Giongo em civiyan. Di wan civînan de me guftûgo der barê rewşa jinên Afganistanê ku di bin desthilatdariya Talîbanan de ne kir. Weke hevpeymana jinên Kurdistan me belgenameyek da aliyên pêwendîdar, ji bo hemahengiyê ger jin û çalakvanên Afganistanê berê xwe bidin Iraqê û herêma Kurdistanê em ê alîkariya wan bikin.”