Jinên Bakurê Kurdistanê: Dem dema parastina destkeftiyên Rojava ye

Li Bakurê Kurdistanê jinan diyar kir ku bi êrîşên li ser Rojava, paradîgmaya azadiya jinê tê hedefgirtin. Jinan anîn ziman ku lîstikên netew dewletan dê biser nekevin û gotin: “Li dijî êrîşan Kurdên ku duh liberxwe dane, wê îro jî liberxwe bidin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li dijî Sûriyê berdewam in. Çeteyên dewleta Tirk ev du roj in li dijî Minbicê êrîşên dijwar pêk tînin. Sûcên şer ên çeteyên ku qadên Rêveberiya Xweser dikin hedef, didome. Polîtîkayên şer ên ku çete dimeşînin, zarokan qetil dike, jinan esîr digrin û gelê sivîl dikin hedef, li dijî vê yekê bêdengiya qadên navnetewî didome.

Hê daneyên jin û zarokên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, binpêkirinên ku lê rast hatine, zelal nebûne. Di dîmenên ku di çepemeniyê de hatine nîşandan de tê dîtin ku çete nabêjin ev pîr in ev zarok in,  gelek sivîlan qetil dikin.

Li aliyê din êrîşên dewleta Tirk ên bi balefirên bi çek û bê mirov (SÎHA) li dijî qadên Rêveberiya Xweser jî didomin. Şeva 8’ê Kanûnê di êrîşa dewleta Tirk a li dijî gundê El Muztareha ya girêdayî Eyn Îsa de, piranî jin û zarok 12 sivîl hatin qetilkirin.

Jinên li bakurê Kurdistanê jî nerazîbûna xwe ya ji ber van êrîşan û piştgiriya bi gelên Rojava re anîn ziman. Jinan diyar kirin ku bi êrîşan Şoreşa Jinan a Rojava dikin hedef û bang kirin ku di her şert û mercî de li ba gelê Rojava bin.

‘Lîstokên qirêj wê biser nekevin’

Hevseroka Bajêr a Amedê ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Sultan Yaray anî ziman ku li Sûriyê hewl tê dayîn gelek planan bixin dewrê, lê belê wê ew pian neghijin armanca xwe. Sultan Yaray diyar kir ku li Rojava destkeftiyên mezin hatine bidestxistin û ev destkeftî ji aliyê gel ve bi canê xwe tên parastin. Sultan Yaray wiha got: “Li Rojava gelên ku serkeftin bidest xistine hene. Ev êrîş, yekitiya gelan dike hedef. Netew dewletên ku xwe li hember vê bihevrebûna bihêz ranagrin, dixwazin çavê gelan bitirsînin. Lê belê Kurdên ku dûh li dijî van êrîşan liberxwe dane, wê îro jî liberxwe bidin. Wê planên wan ên qirêj biser nekevin.” 

‘Hêzên navnetewî sê meymûnan dilîzin’

Sultan Yaray da zanîn ku çete li herêmê bi awayek eşkere sûcê şer dikin û anî ziman ku saziyên navnetewî di vê pêvajoyê de ‘sê meymûnan’ dilîzin. Sultan Yaray destnîşan kir ku di êrîşan de li dijî mirovahiyê sûcê şer tê kirin û wiha got: “Mirov neçar dibin ji xaka xwe koçber bibin, jin tên dîlgirtin û cardin mirovên sivîl tên qetilkirin. Bi piştevaniya Tirkiyê ev çete evqas asayî sûcê mirovatiyê dikin.”

‘Gel ji têkoşîna xwe tawîz nade’

Sultan Yaray destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de jin û destkeftî hedef in û li dijî van çeteyan gel dê ji têkoşîna xwe tawîz nedin. Sultan da zanîn ku ev têkoşîn hem li dijî DAIŞ’ê hem jî li dijî hevalbendên wê ‘têkoşîna zîhniyetê’ ye û got: “Şoreşa li Rojava û jiyana îro ji hemû cîhanê re bûye mînak. Ji her der, mirov wê derê ji bo xwe wek qadek jiyanê dibînin. Hemû kes xwe di wê destkeftiyê de dibînin. Ev pergala ku hemû gel jiyana hevpar didomînin, îro tenê li Rojava heye. Ji ber wê ewqas bi dijwarî tê hedefkirin.”

‘Ev ne siyasî, bangek mirovî ye’

Sultan Yaray diyar kir ku li dijî van êrîşan divê ji hemû beşan banga mirovî bê kirin û ev tişt gotin: “Em li vê derê bang li hemû gelan dikin; ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Rojava û gelê Kurd e. Divê li dijî sûcê şer ê ku çete dikin, hemû kes dengê xwe bilind bikin. Ev bangek ne siyasî ye, mirovî ye. Li wê derê jin, zarok û bi giştî gel tên hedefgirtin. Li dijî vî sûcê mirovahiyê, têkoşîn xala herî mezin e. Em li dijî vî şerî ne û em ê têbikoşin. Piştgiriya şer wê bi kêrî kesê neyê.”

‘Paradîgmaya azadiya jinê kirin hedef’

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Hasîbe Yazidik diyar kir ku Rojava ji hemû cîhanê re bûye mînak û paradîgmaya azadiyü jinê hatiye hedefgirtin. Hasîbe da zanîn ku gelên Rojava ev bi salan e di bin êrîşan de xwe diparêzin û wiha got: “Ev bi sedan sal in ku Kurd ji aliyê emperyalîstan ve hatine çar parçekirin. Her perçeyek wê rastî asîmîlasyonek cûda û polîtîkayên şer hatin. Gel li erdnîgariya ku lê jidayîk bûye, nekarî jiyanek bi ewle bidomîne. Îro ev zêdetirî 10 salan e li Rojava pevçûn û gefên êrîşên didomin heye. Kurdan li wê derê di bin siya modernîteya demokratîk de jiyanek ava kir. Ev jiyan ne tenê ji bo Kurdan, li ba gelên Rojhilata Navîn jî şoreşek e ku ketiye meriyetê. Ev şoreş, şoreşek ku ne bi kêfa dewletên emperyal e. Îro bi destê çeteyan li Rojava êrîşek nû tê pêkanîn. Ev polîtîkayên êrîşan herî zêde gefê li jinan dike.”

‘Çeteyên ku piştevaniya wan tên kirin ji bo hemû gelan gef e’

Hasîbe Yazidik piştgiriya ji bo çeteyan tê dayîn, bihêzkirina wan a li hember gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, wek gefê nirxand û hişyariya ‘ew dê çete di demeke kurt de ji bo hemû gelan bibe gef’ kir.  

 ‘Divê em Rojava û destkeftiyên xwe biparêzin’

Hasîbe Yazidik li dijî zîhniyeta dijminê jinê banga bilindkirina têkoşînê kir û anî ziman ku çeteyên ku xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê ne, di vê pêvajoyê de li dijî jinan sûcên giran kirine. Hasîbe got: “Ev çeteyên ku xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê ne, ji yên ku wek wan nînin, gelek acis in. Jixwe dijminatiyek mezin li beramberî jinan dihewîne. Di her qadê de em tînin ziman ku em vê zîhniyetê qebûl nakin. Li dijî vê zîhniyetê heta dawî em ê têbikoşin. Ev têkoşînek mirovî ye. Parastina Rojava di heman demê de tê wateya parastina aştî û azadiyê. Divê em jin bi hemû hêza xwe li vê jiyan û paradîgmayê xwedî derkevin. Divê em Rojava û destekftiyên xwe biparêzin.”

‘Ev têkoşîn erkek mirovî ye’

Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER)  Yeter Erel Tuma jî destnîşan kir ku li dijî şer divê dengê aştî û diyalogê were bilindkirin. Yeter anî ziman ku di rewşa avakirina jiyana demokratîk a li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyê de, cardin wê jin bibin mexdûr û got: “Divê li dijî van êrîşan hemû kes bêjin aştî. Ev têkoşîn berî her tiştî erkek mirovî ye. Em wek jin, tu car dest jî têkoşîna xwe ya aştî û edaletê bernadin. Li dijî şer em ê gotina aştiyê bidomînin.”