Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxaza hevdîtina bi Ocalan re kirin
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin daketin qadan û banga hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin.
Navenda Nûçeyan – Beriya du rojan li ser malperên civakî têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îdeayek cidî hate gotin. Di derbarê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de KCDK-E, Biroya Hiqûqî ya Sedsalî û Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê banga lezgîn a daketina qadan kirin. Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji duh ve li qadanin û banga hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dikin. Îro jî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatî daketin qadan û çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin.
Qamişlo
Rêxistina Kongreya Star a Kantona Qamişlo bi tevlîbûna tevahî saziyên jin yên sivîl û leşkerî, daxuyaniyek li ber navendên xwe li dar xistin. Di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alê Kongreya Star hatibû hildan.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclîsa Kongreya Star a Kantona Qamişlo Bêrîvan Yûnis ve hatiye xwendin wiha bû: "Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe her rêya gelê azadîxwaz ronî dike. Her wiha jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo rastiya xwe dît û ji bo hebûna xwe mayinde bike her têdikoşe. Dewleta tirk û faşîst ji bo gelê kurd qir bike bi rêbazên qirker êrîş pêk tîne. Rêber Apo 22 salin dîlgirtiye û heta roja îro tecrîdek pir giran li ser tê meşandin. Her girtiyek mafê wî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne, lê wî mafî jî ji destê Rêber Apo girtine. Dewleta tirk herdemî bi rê û rêbazên cuda êrîşî Rêber Apo dike. Nûçeyên ku beriya du rojan li ser medyaya civakî ya dewleta tirk hatiye pervekirin ku rewşê tenduristî yê Rêber Apo di xeteriyê de ye. Diyar e ku dewleta tirk bi van rêbazan komploya xwe dewam dike. Her wiha ev demeke dirêje hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin, ev yek jî gumanê me zêde dike. Em weke Rêxistina Kongreya Star bang dikin ku demildest bi Rêber Apo re hevdîtin pêk were. Her wiha em bang ji civakên navneteweyî û saziyên hiqûqî û CPT dikin ku bi erkê xwe yî wicdanî rabin û zextek li dewleta tirk bikin da ku Rêber Apo were rizgar kirin.Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Heta Rêber Apo rizgar bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Kobanê
Bi hezaran gelê Kobanê ji bo îdeayên ku derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine kirin meşiyan. Di meşê de gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Kes nikare roja me tarî bike" û "Divê em misoger feraseta şehîd a jiyanê temsîl bikin" hatibûn hildan. Meş ji qada jina azad destpêkir û di kolana şehîd Sarya Ozgur (48) derbas bûn û li dawiya rêka gundê Helincê rawestiya. Di dirêjahiya meşê de dirûşma Rêbertî ji bo me xeta sor e û azadî ji bo Rêber Apo dihatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin ji aliyê Endama Kongreya Star a navçeya Qinê Suad Şêx Demir û li ser navê pêkhateyên ereb Silêman Kieşîş ve hatin kirin.
Suad balkişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da gotina xwe: "43'ê salin Rêber Apo bê navber têdikoşe, Rêber Apo ji bo tevahî gelê azadîxwaz û gelê Rojhilata Navîn bê navber têkoşîn dike. Dewletên navneteweyî bi rêya komplo re xwestin fikir û ramanên Rêber Apo tune bikin û di serî de gelê ku li pêyî felsefeya wî ne wan di kokê de qir bike. Lê bila hemû dewlet bizanibin ku em her tim li peyî şopa felsefeya Rêberê xwe bin. Em bi israrin ku hevdîtin bi Rêberê me re bê kirin divê bi awayekî demildest û lezgîn rewşa Rêber Apo bê zelalkirin."
Silêman jî di nava axaftina xwe de teqez kir ku ew wek pêkhateyên ereb li hêviya agaheyeke ji Rêberê xwe ne û wiha pê de çû: "Rewşa gelê Rojhilata Navîn gelekî hesas û nazike, tê zanîn ku dewleta tirk mafên mirovan û hiqûqî binpêdike. 22 salin Rêberê me di bin tecrîda girankirî de ye û hevdîtin nayên kirin. Dewleta tirk çi bike bila bike wê Rêber Apo Rêberê me be Rêber Apo pêşengê me ye."
Meş bi dirûşma "Azadî ji bo Rêber Apo" bi dawî bû.
Til Temir
Bi armanca naskirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a tenduristî, Meclisa navçeya Til Temira girêdayî Kantona Hesekê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li saziya malbatên şehîdan bi beşdarbûna bi dehan endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û Kongreya Star, Partiya Çep û malbatên şehîdan, daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Meclîsê Ridwan Xelef ve hate xwendin wiha hate gotin: "22 sal in Rêber Apo di Girava Îmraliyê de tê girtin. Dewleta tirk û hikûmeta wê bi faşîzmê tê naskirin e. Bêyî azadkirina Rêber Ocalan aşîtî li tu deverê pêk nayê. Ji ber ku Rêber Apo hêz û vîna bi milyonan Kurdistanî her wiha li ser asta herêmî, navneteweyî û cîhanî ye jî. Bi hemû hewldanên xwe dixwazin ku tevgera gel ku bi demokrasî û azadiyê bang dike, rawestînin. Piştî serkeftina Garê, êdî xeleka li dora Erdogan teng bû, ji lewra vê carê dixwaze zextê li Rêber Apo bike û binketina xwe veşêrin. Ji lewra em bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan û yên hiqûqî dikin û Komîteya CPT dikin, ku tenduristiya Rêber Ocalan ji me re raghînin û bi erkê xwe ve rabin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Hesekê
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê- Rojava bi meşekê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Bi sedan gel, saziyên civaka sivîl û Kongreya Star tevlî meşê bûn. Meşvan alên Kongreya Star, PYD, TEV-DEM û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn. Meş li ber çarxereya Sînalko des pê kir û li ber çerxerêya şehîd Avêsta a taxa Til Hecer veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Yekîtiya Jinên Ciwan, Zekiye Fermo daxuyanî da
Di daxuyaniyê de wiha hate gorin: "Em dixwazin rewşa Rêbertiya xwe ya tenduristî nas bikin.Divê bê zanîn ku Serok Apo xeta sor a gelê Kurd e. Taybet wek ciwan em diyar dikin ku agahiyên ku li ser çapemeniya dewleta tirk a faşîst belav bûne, divê demildest bê zelalkirin. Agahiyên ku derheqê Rêberê gelan de digerin çavkaniyên xwe tecrîda girankirî ye. Em hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dibînin. Ji bo wê ji niha û zûtir pêwiste ev tecrîd were şikandin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bibe. Ji bilî vê her qad wê bibe qada çalakî û serhildanan û di her rewşeke cuda de dewleta tirk a faşîst û hevkarên wê berpirsyar be. Dema mijar Rêber Apo be, hebûna me mijara gotinê ye û ji ber vê jî her cure helwest rewa ye! Derveyî Rêber Apo tu kes nikare ciwanan bide sekinandin. Divê demildest malbat û parêzerên Rêber Apo biçin Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk bînin. Banga me ji tevahî ciwanan re heye ku her qadê bikin qada serhildan û têkoşîna desxistina rizgariya Rêber Apo.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Heleb
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi meşekê girseyî banga hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin. Endamên sazî û dezgehên jinê beşdarî meşê bûn. Her wiha di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartê bi nivîsa "Bese ji dagirkerî, faşîzîm û tecrîdê re, dem dema azadiyê ye" û "Em ê bi şikandina tecrîdê li ser Rêber Apo faşîzmê biroşînin û netewa demokratîk ava bikin" hatibûn hildan. Meş li çerxerêya şehdî Destîna despêkir, heta taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dom kir.
“Daxwaza me girtina agahikyek ji Rêber Apo ye”
Piştî deqeyek rêzgirtin, ji aliyê Endama Komîteya Rûsipiyên taxê Semîr Eloş axivî û wiha got: "Dewleta tirk ji dîrokê re şerê gelê kurd dikin. Rêberê me dîl girtin û ew xistin zîndana Îmraliyê. Bi her rêbazê êrîş li ser Rêberê me heye û heta niha jî tecrîdek girankîrî li ser tê feriz kirin. Beriya du rojan li ser malpera civakî li ser Rêberê me hin agahiyên cidî hatin belav kirin, ji bo wê em bi lezgînî banga hevdîtinê dikin."
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Şehba
Bi dirûşma "Tu kes nikare roja me tarî bike" bi pêşengtiya Meclîsa Kantona Efrînê bi tevlîbûna bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafîn li Şehba – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin herîkîn qadan. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Ji bo azadî û demokrasiyê li her derê serhildan e" û "Azadî û tendirustiya Rêber Apo azadî û tendirustiya hemu gelan e", hatin hildan. Meş ji dibistana navçeya Fafînê heya qada navçeyê dom kir. Her wiha şêniyên Efrîn û Şehbayê çalakiya xwepêşandanê ya konê li navçeya Fafînê hatiye vedan e û wê heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin çalakî bidom e.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Cîgira Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Mihemed Abod wiha axivî: "Divê wijdana mirovahiyê li hember kiryar û siyasetên ku tirkiyê li dijî Rêberê aşîtiyê dide meşandin, şiyar be. Rêber Apo di giştî jiyana xwe de her ji bo azadiya hemu gelên bindest tekoşiyaye.”
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.